Dengbêj Husênê Farê

March 30, 2017 | Author: Fuad Qaya | Category: N/A
Share Embed Donate


Short Description

Download Dengbêj Husênê Farê...

Description

DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÊ AYHAN MERETOV

RÊZEYA BERHEMÊN SER WÊJEYA DEVKÎ YA KURDÎ Pêşek: Çax û hiyamên ku neteweya Kurd, hîna nivîsê bi kar nedianîn, wêjeya kevn a Kurdî, bi devkî dijiya. Vêca vê wêjeya kevn a Kurdî kengê, kîja sedsalê, çi hiyamê dest pê kiriye, zor e em bi zelalî diyar bikin. Jixwe di destê me de, çavkanî, zanîn û belgeyeke berbiçav jî nîn e. Nexwe em dikarin bawer bikin ku Mêjûya wêjeya Kurdî, nola dîroka gelê Kurd xwedî rabirdûyeke dûr û dirêj e. Geşedana helbesta Kurdî, bênavber di devê tembûrvanên helbestbêj de, ku gel dibêje wan “Dengbêj”, ji sedsalan ve ye ser û ber; reh û kok; şax û gulî daye. Em helbesta Kurdî ya devkî, di rê û toreyên ku li ser olê diêne kirinê jî dibînin. Çawa ku hilberînên kevntirîn ên hunerî yên hemû gelên cîhanê, ji toreyên olî derketine, berhemên kevntirîn ên wêjeya devkî ya Kurdî jî, bi vî awayî derketine. Em bi zelalî vê yekê di jiyana olî ya neteweya Kurd de dibînin. Nivîsên Zend Avestayê, qewlên ola Êzîdîtiyê, qesîdeyên ola Îslamê û vê dawiyê jî kilamên ser Elewîtiyê, nîşana vê rastiyê ne.. Di teşegirtina helbesta kevn a Kurdî de, şopa çandî ya van olên hatin diyarkirinê, rasterast dixuye. Wan salên berê di civaka Êzîdiyan de digel lêdana elbaneyê, qewlê olî dihatine gotinê bi awayekî ahengiyane. Herweha di vî qernê me yê dawiyê de jî, dî sa derwêş hebûn. Elbaneya wan di binê çengê wan de bû, dever bi dever, gund bi gund digeriyan, derdiketin ciyekî bilind, qesîdeyên ser şêx, ewliya û pêxemberan digel lêdana elbaneya xwe digotin. Heta ziyaret jî digeriyan. Serê havînê, hefteya pêşî ya meha gulanê, gel pez û qurban dianîn ser goristana gundê xwe, li hev û du diciviyan, xwarin dixwarin, diketin pêşbaziyan, kêf dikirin. Peyre dawetên gel ên herêmên welêt jî, bûne qada pêkînana berhemên devkî. Digel derbasbûna ew çend dem û hiyaman helbesta kevn a devkî, ji aliyê pîvan, cureyê wêjeyî û mijarê ve, zêde neguheriye. Gelê Kurd, ji serdemên Berî Zayinê ve, li ser ax û ava xwe ya bi xêr û bêr şûnewar bûye. Ne diê zanînê ku ji kû hatiye vî welatî; ne jî, hatiye zelalkirinê ku ji kengê ve li ser vî welatî dest bi jiyanê kiriye. Dibe ku ji serdema Nuh pêxember ve, gelê Kurd xweciyê vê axê be. Digel şerên mezin ên navbera gelên Rojhilata Navîn, êrîşên hov ên qewmên barbar û herbên giran ên cîhanê jî, gelê Kurd, zû bi zû terka welatê xwe nekiriye. Hiyama ku ji vî gelî re xweş lê hatiye, hewl daye xwe ku, şaristaniya mirovahiyê jî bi xwe re, bi pêş bixe. Huner xurt kirine. Evîn bilind kiriye, derxistiye ser serê xwe. Hezkirin bûye çanda wan a neteweyî... Bi vê çanda mirovane ya hêjayî şanaziyê, berhem dane. Wêje, çê kirine. Çi hilberînên devkî, çi jî yên nivîskî, ciyê xwe li ser serê gelê Kurd dîtiye. Di dîrokê de Gelê Kurd, rastî çandên gelek neteweyên ku ji derve ve qesda Kurdistanê kirine hatiye. Bivê nevê tesîra xwe li çanda wan wan, li jiyana wan kiriye. Herweha ji çanda wan, ji teherê jiyana wan jî, tiştinan girtiye. Huner, raman û bi van ve girêdayî helebesta Neteweya Kurd, di dirêjahiya qernan de, teşe girtiye, şêwaz guhertiye û gihîştiye heta merheleya îro. Em vê yekê ji berhemên gelî derdixînin. Beşeke mezin a heyînê çanda gelan, bilî zimên, ahengiya hest ramanê ye ku, bi helbestan teşe girtiye. Jixwe ji ber ku, di jiyana Neteweya Kurd de, bi taybetî li bakurê welêt, di zaravayê Kurmancî de, zimanê nivîsê xurt nebûye, Wêjeye Devkî derketiye pêş. Bi vî awayî, hunera ahengiya zimên, bi devkî geş bûye. Heta dema serdestiya Îslamiyetê, ev awa pêş de çûye. Hiyama ola Îslamê, vê beşa hunerê qels kiriye. Digel vê çendê jî, motîfên ola Îslamî, ketine nava vê beşa hunera Kurdî. WÊJEYA GELÎ / WÊJEYA AŞIQIYÊ -------------------------------------------------

Eve kevneşopiya “Dengbêjiyê”, nîşana vê rastiyê ye. Dengbêjan kilamên xwe, di odeyên Mîr û Begên Kurdan de, li serê civatan pêşkêş kirine. Bi vî awayî “Wêjeya Devkî” ya neteweya Kurd, li nava Wêjeya Cîhanê ciyê xwe girtiye. Lêbelê tiştê ku heye, tim û daîm, tûşî hêsîrî, evdalî, rebenî, pepûkî, belengazî, û dîlîtiyê bûye. Êş û azarên xedar kişandine. Gelê Kurd qêriyaye, naliyaye, hîqiyaye ji ber van derb û hovîtiyên koraneyî. Li ser kul, keser, keder, derd û xemên xwe gerandye. Lawij gotine. Pêşî, jinan peyv dane ser hev û du. Weke mûyê rêsane, kirine tevin; mîna hiriyê hûnandine, kirine ber. Jana dilê xwe yên ji derdan peritî û kezeba xwe ya ji kerban şewitî, bi sedan salan dane der. Peyre jî, ketine devê dengbêjan, bi sewt û awaza wan, olan dane li seraserê welêt. Dengbêj Huseynê Farê, hozanekî helbestvan e. Kilam, stran û destanên xwe digel dengê tembûrê distrê. Kurdiya Kurmancî, li hemberî Kurdiya Dimilî û Kurdiya Soranî, bi xêra van berhemên devkî gihîştiye roja me ya îro. Dengek e ji van olanan awaza Dengbêj Huseynê Farî. Nalîneke dûr û dirêj; zarîneke ji geliyine kûr... Gewriyeke mişt bi sebr û sebatê dagirtî. Erê, bi rastî bêhna vî dengbêjî ne mîna ye bêhna tew yek dengbêjekî Kurdistanê. Heta mirov bibêje bêhna Huseynê Farî fere ye. Peyvên xwe yeko yeko, hêdî hêdî û bihemd dibêje. Hem mirov dibe rojên berê hem jî, tehmeke xwe dide dil û hinavê mirovan. Wêjeya Kurdî ya Devkî, bi gotina gotinbêjên nola Yaşar Kemalî, zav zengîn e. Heyf û mixabiniyeke mezin e ku, têra xwe, nehatiye lêkolanê. A- JIYANA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ WARÊ WÎ: Dengbêjê me, ji bajarê Diyarbekirê ye. Bi eslê xwe, ji gundê Farê ye. MALBAT Û HATINA WÎ YA DUNYAYÊ

NAVÊ WÎ:

ZAROKATIYA WÎ Û PERWERDEHIYA WÎ:

DESTPÊKA

DENGBÊJIYA

WÎ:

CIYÊ LÊ GERIYAYE: DEM Û DEWRANA KU EW TÊ DE JIYAYE:

MIRINA WÎ:

B- KESAYETÎ WÎ YA HUNERÎ Û NAVDARIYA DENGBÊJ HUSEYNÊ FARÎ Huseynê Farî, dengbêjekî navdar e. Nav û dengê wî, li çar aliyê welat belav bûye. Li bakurê welatî her gohdarê kilaman, bi dilkovanî dêhna xwe dayêye. Taybetiya balkêştirîn a vî dengbêjî, hêdî hêdî kilamstrêna wî ye. Zimanê wî, tama kilamên wî, pîr û şunûrkê wî, di nava dengbêjên dewra xwe de, cihêrengî ye. Her kesê ku bixwaze gohê xwe bide kilamên dewra wî, bi hêsahî nikare jê têbigihîje. Dengbêj Huseynê Farî, ev dijwarî hilaniye. Çi kesê ku ji kilamên dengbêjan fêm neke jî, gava li Huseynê Farî gohdarî bike, bêguman dê jê fêm bike. Wêjeya Devkî, di dem û hiyama wî de, pir lipêş bû. Gel bi dilcoşî li dengbêjan gohdarî dikir. Tehera ku dengbêjên navdar pê distran jî, zêde zêde rewan, bi lez û bez bû. Wê hingê kilamhezan bê pirsgirêk ji van dengbêjan fêm dikir. Mixabin îro ew şansê me tune ye ku em nifşên nû bi hêsahî ji dengbêjên wê hingê têbigihîjin. Ji ber ku gohê me ji peyv û biwêjên resen ên Kurdiya qedîm xerîv bûne, em nikarin wê tama ku pîr extiyar ji kilamê werdigrin bigrin. Dem û dewrana ku Wêjeya Kurdî ya Devkî, ji aliyê zimanî, şêwazî, teherî û mijarî ve, xwedî asoyeke fere bû, Dengbêj Huseynê Farê jî, daye ser rêya hunermendê mezin ê mîna Evdalê Zeynê. Hem berhemên xwe hunaye, hem gotiye û hem jî hilberînên dengbêjên bi nav û deng ên hevdemên xwe straye. Bi giranî jî ketiye binê bayê herêma Serhediyan. Dengbêjên me yên dema vî hunermendê me, helbestên xwe, ji aliyê nezmê ve “çarîn”; ji aliyê pîvanê ve “pîvana kîteyî”; ji aliyê kafiyeyê ve jî “kafiyeya zengîn, bikar anîne. Tiştê ku heye, em teşeyê nezmî “çarînê” yê berhemên devkî ku dengbêj Huseynê Farê distrê, tenê di stranan de dibînin. Pîvana rêzan jî, bi “kêşa kîteyî” hatiye ristinê. XWESERIYA VÎ DENGBÊJÎ Heke em bi gîştî bala xwe bidine cîhana dengbêjên Kurmanc, di hêla strangotinê de, tavilê em dê bibînin ku, xweseriya hunerî ya hozanê gelî dengbêj Huseynê Farê, hejayî dahûrîneke wêjeyî ye. Wêjeya me ya Devkî, di kilamên vî dengbêjî de, bi motîfên olî rewişandiye. Berê motîfên çi olê hebûne di berhemên Wêjeya Bêjeyî ya Kurdî de em heta nuha baş nizanin. Wêjeya Gelî ya Kurd, bêtir nêzî ola îslamê ye. Motîfên ola îslamê heta mirov bivê ketine kilaman. Mînak: Di kilama “Têliyê” de ev malik dibuhurin: “Na na wele wez ê aşiq û sewdaliyê Bejn û bala te bûmê Mîna hêsîra pepûka evdala bi baba derwêşî

Wez ê ji xwe re digerim li rûkê vê dunyayê Şamê Helebê Humûsê Hamûyê Kerkûkê Kerbelayê Min ê xwe berda Meka mukerem Medîna minawer Kiriye tewafa kevirê Heceruleswed ciyê tobayê Min ê xwe avêtî girê Erefayê” Digel vê yekê motîfên ku nîşana welatî ne jî xweş bala meriv dikşînin. Di kilama Hebîbayê de ev rêz vê yekê diyar dke: “Lê taximê sing û berê min keçikê Ji te re mîna hunguvê Zeya Dimsa Sêrtê hinarê Dêrikê Porteqalê Yafayê sêvê Meletiyê şirîn e” Jixwe Xwedê hivza mêrikê misilman bike ji kevir kuç, hîm û xerxarên ku bi ser merivan de hêla dike. Gava keysa wî lê hatiye, hîmine wusa qerase bi ser çewtiyên civakê ve hêla kiriye ku bêhna xwe deraniye. Weke ku ricim kiribe dihêle. Em bala xwe bidine van malikan: “ Ez ê qe nizanim sûda min û talih tune Ez ê ketime tora heram Şindo nemendî mêrê xerav Derdê wî nayê kişandinê Na na wele mîna roviyê beyara bûmê palaxa Kêzikê besta eyşatê rêxê gamêşê golgeniya Ji êvarê heta şeveqan belxemê diavêje Ji hal û demê xwe re dinale” Di pey van malikan de, dîsa berê xwe dide gemariyên civakî û van rêzan dihûne di kilama xwe ya bi navê Nusredîn û Xatoyê de: “Tu yê şevekê werî kêrekê Li ser dilê qebraxê bavê min bixe Ew ê herin gilî bikin Muxtar û ezayê gundê me Temam bêne ser e Ez ê perçekî rûnê helandî Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e Muxtarê vî zemanî elimandine Ew ê ruşwet û bertîlên xwe Bigrin li oxira xwe here” Dengbêjê me, vê keviravêtina xwe, di rêzên berdewamiya heman kilamê de tûj û tehltir dike. Diçe cem şêx û giliyê xwe weha bi awayekî gazinane vedibêje: “Şêx Sebrî digo qîza min

Tu were derdê xwe bibêje Dîsa sibe ye ji xwe re Xwedê xêr bike Erê şêxê mino Ez bi ocaxê te kim Derdê dilê min evdala Xwedê Pur e ne hindik e Evî kawisê bavê min Rojê min bi heft heva re bazar dike Eger tu înan nakî Yek jê Hemoyê Pero ye Wa ye rûniştiye liquncik e Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e Qumur Ûsuvê Nûrê Yekî gwurî ye Serê wî bi kevnik e Ê lê bedra şêxa heye Tewrî jê re dibêjin Sewadiyê wî Belik e Li ser saetê li Kaniyahenê Rojê barê wî derw û vira dike Berê xwe nede walîlixa Sêrtê Li qeza Batmanê gilî dike Bi sonda qesemê pênc quruş pere Di cêva wî qebraxî de qe tune ye Lê çavê wî lê ye Bi fortan viran û derewan Taximê sing û berê min keçikê Mîna mulkê Kaniyahenê Li ser xwe mor û mezbet û tapo bike”

Dîsa di kilamên vî dengbêjî de, em rastî şopên jiyana gelê xwe; rastî kinc û bergên neteweyî dihên. Di kilama wî ya Têliyê de, ev rêzên hanan vê rastiyê raberî çavê me didin: “Na na wele min ê vê sibê Xwe berda zozanê me yê jorîn e Min bala xwe dayê Sê kon vegirtî ne Min ê ajotî pêşiya konê pêşîn e Min bala xwe dayê Di bin de sê zerî ne Çavê wan reş e Brûyê wan leglegîn e Dev û lêvê wan tenik e Mîna kaxizê cixarê spî ne Bi kum û kolos û temezî ne

Min ê bala xwe bida Taximê sing û berê van karîxezalan Serê memeikê wan sor e Qoratê memikê wan spî ne Mîna sêvê Meletiyê Hinarê Dêrikê deqdeqî ne Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne Li ser mastê zêrî û zîvîn e Zincîrê dorê xalis û muxlisî Yadê zêrê zer î Reşadî ne Lo lo rebiyo qurbano Wez ê aşiq û sewdaliyê Bejn û balaya ortê me Zalima qîza zalima Navê wê Têlî ye Her duyên dina jê re Bûne kole û xizmetçî ne Yek jê re qawê dikelîne A dinê destmal girtiye Hêdî hêdî yawaş yawaş Bi ser de dikir baweşîn e Mîna qaz û qulungê beriya jêrîn e Salê carekê serê xwe ne Li zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne”

TEHERA PÊ DISTRÊ Carekê kilama xwe ziwa nabêje. Peyvine ku li nava gel her çendî bêwate ne jî dîsa di navbera rêzan de bikar diêne. Bi gotina gel, kilama xwe li hev diêne. Çêjê dixeyê. Nêzî zewqa gohê gelî dike. Mînak : “ez ê vê sibê berê xwe bidim Deşta Diyarbekira şewitî Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e Min ê bigotana ji bona Riza Xwedê û pêxember e Gava tu ê li serê civata rûdinê Kilama teskereçî Evdilcebar çawişê min Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî” Di va rêzan de peyvên jorê diyar dikin ku, gotin rasterast ên gel in. Jixwe tim kilamên xwe bi van peyvên ku li nava gel diêne bikranînê dixemilîne. Herweha nola jineke ku li ser miriyekî bi dengekî bi şewat bigerîne lawijên xwe dibêje. Dengê wî mîna dengê jineke mêrane yî pîr ku, li serê geliyekî kûr, ji lat û zinarên bêziman re, li ser bêkesiya xwe bigerîne distrê. Wer li hevudu hatî bi kafiye ne.

ŞÊWAZA WÎ YA KILAMGOTINÊ Huseynê Farê di nava dengbêjên welat de, şêwaza xwe, ne fena ya tew yek dengbêjekî ye. Peyvên xwe yeko yeko, hêdî hêdî weke hebên tizbiyê li pey hev rêz dike. Bi vê yekê dike ku her kes bikare lê bi kula dilê xwe gohdarî bike. Şêwaza wî ya kilaman, bi çi awayî gehîştiye tembûrê em nizanin. Ketiye binê bandora çi çandê an çi neteweyê em dîsa nizanin. Gelo berê xwe daye ser şopa hunermendên kîja gelê cîran, bi rastî bona me xem e. Bandora stranbêjên gelê Turk heye li serê an na, dîsa em meraq dikin. Tiştê ku heye, di nava strana xwe ya “ay dolabê dolabê” de, digel newaya stranê ya sirûştî, bi newayê kilamê jî dibêje. Di huner gelê Turk de, jê re dibêjin “uzun hewa”. Ji ber vê çendê em dikarin navê “aşiqiyê” li vî dengbêjê xwe daynin. Çawa ku derwêşan hiyamên berê elbaneya xwe dixistin binê çengê xwe û gund bi gund digeriyan û beyt û qesîdeyan li ser motîfên ola îslamê digel lêdana elbanê digotin, herwusa jî van dengbêjên me, li serê civat koman, rojên şahiyan û roşanan, xax û hunerên xwe yên çanda gelî, li ser motîfên bengîtiyê, egîtiyê û şîniyê nîşan didan. Ji sê bandên wî, me ev kilam, stran, lawij û destan derbasî nivîsê kirin.

C- BERHEMÊN WÎ: Em nikarin kilamên hunermendî ji aliyê pîvana kîteyî û serbestî dabeş bikin. Jixwe gelek kilamên wî bi pîvana serbest hatine ristinê. Bilî wan stranên “dolabê, wer hine û qendîla min”, purê kilaman bi pîvana serbestî hatine gotinê. Pergala kafiyeyî ya helbestên vî Dengbêjî, lihevhatî ye. Cureyên wêjeyî yên berhemên Dengbêj Huseynê Farî, bi giştî lawij, destan, û dilok in, dûrik û kilam in. Tiştê ku heye mirov nikare bi navên resen teşeyên helbestên ku wî ew kirine kilam ji hevudu cihê bikin. Tenê berhemên lawijî, destanî û stranan dikarin bi navine zelalî biêne diyarkirinê. Giraniya helbestên dengbêjî, helbestên ku di pey mirina – bi zavî kuştin- egîtan de hatine gotinê ne. Helbestên ser merdîtî, rindî, mêranî- mêrxasî û qenciya lehengên kuştiyan e, ser girtiyên fermanlû ne. Weke helbestên ser Emînê Ehmed, Şêx Nûredînû Silhedînê Mala Ûsuvê Seydo, Salihê Dengbêj, Fersende Begê û Yadoyê Dimilî. 1. LAWIJA SER ESKERÊ TESKEREÇÎ Çeşnê vê kilamê ji aliyê wêjeyî ve lawij e. Pîvana rêzikan hema hema nêzî pîvana kîteyî ye, lêbelê serbest e. Dîsa qafiyeya xwe heye. Di dawiya pirê rêzikan de qafiyeya zengîn xuyaye. Em dikarin pergala helbestê ya kafiyeyî ji derî çavan bikin. Çîroka vê lawijê jî heye. Lawija ser xortekî ye ku, li eskeriyê tiştekî xerav diê serî. Li gorî ku ji jinikê re hatiye gotinê, qantireke leşkeriyê, li ber derê tewla xwe zîtik(refes) lê dixe û li ber girtina teskere ew dişînin xestesxana Erzincanê. Êdî ev lawij hatiye gerandinê. Ji ber ku navê dengbêj Huseynê Farê di kilamê de dibûre, dibe ku kilam ji aliyê wî ve hatibe deranînê. Dere wî lo lo çawişo lo Ez ê bi virê kavilê Kosê Diketim lo li vê meydanê

Hey lê dayê dêranê Min dî kaxizê teskereçiyê min girtin danê Teskereçiya bi êvar berê xwe dane Twewlê nava qantirê Bêxwedîka timarxanê Heyla li min porkurê Teskereçiya ji êvar de Saqo û şalwarê sivîliyê Li bejna xwe dabûn wî lê mîratê Qantirê nazî dikir Zîtik cotê çifta pê re Wî lê lê li eniyê danî Min dî Sultanê bi sê denga dikir gazî Digo lê lê Nîgarê xwekê nemayê Mala bavê te şewitiyê Wezê pê hisiyame bi gotinê gotinbêja Dibêjin ereba cenazê çawişê te Berê wî dane xestexana bêxwedîka lê Erzincanê De wî lo lo çawişo lo lo De wî lo lo hatiyo lo lo

Ez ê bi vira kavila Kosê ketime lo lo bidarkelêj ê Min dî alahiya siwariya derketî munawirê Qirana li ser qirana li vê hedefê lo lo vê atêşê Sultanê bi sê denga dikir gazî lê Nîgarê Mala bavê te şewitiyê Wezê pê hisiyame bi gotinê gotinbêja Divên do vî çaxî li ber derê xestexana Erzincanê Zalimê dixtor qalpaxê serê çawişê te davêje Min dî digo welatê xerîv û xurbetê Wê gavê ne xwing e ne dê ye Ne bav e ne bra ye ne qewm e ne eşîr e Kesekî xwedanê xêra

û xêrxwaz li ber serê Teskereçiyê çawişê te rûnê Hawar Xwedê wele Hurik hurik yawaş yawaş wesyeta xwe bibêje wez ê vê sibê berê xwe bidim deşta diyarbekira şewitî Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e Siwarê cîbê siwar bûye hatiye cem min Gidî cîba destê wî de Elemana .......... Lo lo Mihemed ez ê bextê Xwedê bextê te me Tu yê derbekî bidî bejn û bala min kevokê min kihêlê Min zerkayê hawar Xwedê Min kewa axakê nav herêmê Gidî were lo axa sebra min bête nahê lo 2- LAWIJA SER ZAVAYÊ DEST BIHINE

Ev helbest, ji aliyê cureyê wêjeyî ve, bi mijara xwe, lawij e. Pîvana xwe azad e / sebest e. Herweha pergala kafiyeya xwe jî heye. Teşeyê ristina rêzan ango teşeyê nezmê xwe nîne. Hema heta li mijarê hatiye, rêz dane ser hevudu. Berhem ji devê jinê hatiye girtinê. Gotinên vê lawijê, ji devê jineke lawijbêj hatine girtinê. Mijara xwe, şer e. Şerê kor ê navdarî navxweyî ye. Du malbatên mezin pevdiçin û mêr dikujin ji hevudu. Şerê navbera Mala Hecî Mihê û Mala Bekir e. Di şer de zava diê kuştinê. Dibe ku ev her du malbatên mezin biraxweyê hev û du bin. Ji ber ku di kilamê de diê gotinê ku, “ Mala Evdilmecîd pismamê min/ derbekê berdane li bejn û bala birê min

De herê heyla dayê heyla dayê Maqulê digo lê lê Emînayê Malxerabê sibe ye roka gundê Hilate ji aliyê rohilatê Şewq û şemalê Daye qesr û qonaxê Mala Hecî Mihê Mala Hecî Begê Senîta tê Wele sibe ye min bala xwe dayê Zirav e dengê tivingê Mala Hecî Mihê

Mala Hecî çarnekal tê Wele gran e dengê modaliya Dengê zava tê de ker û lal tê Wele sibe ye Min bala xwe dayê Min dî qiflê qîzan û bûkan Li ber deriyê Mala bavê min rebenê Li hev civiyane Dilê min bi rehma Xwedê Wê yekê şa dibû Minê digo qayiş hinarîkê Nû dixemilînin wexta li civatê Minê nizanibû bila kula Xwedê Bi sê kulan be têkeve derê Mala Evdilmecîd pismamê min Derbekê berda li bejn û bala Birayê min rebenê Ez ê vê sibê Berê xwe bidime kambaxa Hezo Xwe bavêjim bextê Muhemedê Şabo reîsê eşîratê Minê digo heyfa min nayê Li kuştina mêra Kuştin riya mêran e Mirin emrê Xwedê Derdê min ew derd e Heyla li min porkurê Dibê wî lo serê sê roja ye Na na wele muxtarê gundê me Her sê dorê Îro li cezayê brê min Derketine taqîbatê

De herê heyla dayê heyla dayê Maqulayê digo lê lê Emînayê Malxerabê sibe ye min dî roka gundê Hilate ji aliyê Babasiyê Şewq û şemalê daye bejna Kanîsimê Pozê kela vê Subhiyê Wele sibe ye min bala xwe dayê Gran e dengê tivingê Mala Hecî Mihê Mala Bekir di nav de xweş tê Dengê mîrata vê modaliyê

Wele sibe ye Min bala xwe dayê Qeflê bûkan û qîzan Li ber derê mala bavê Min rebenê civiyane Dilê min bi rehma Xwedê Wê yekê şa dibû Minê digo qê Husna kekê min Lê dikin cilê zavatiyê Min ê nizanibû Bila kula Xwedê Bi sê kulan bikeve Derê mala Evdilmecîd Pismamê me yê xayin Derbekê berda li bejnû bala Bav û brayê min rebenê Hema wezê serê vê sibeyê Berê xwe bidime kambaxa Hezo Xwe bavêjime bextê Muhemedê Şabo reîsê belediyê Minê digo malxerabo Heyfa min nayê li wê heyfê Li kuştina mêra Kuştin riya mêra ye Mirin emrê Xwedê ye Derdê mezin ew derd e Wele divên bûka destbihine Serbixêlî keçika paşê Îro ma li zozan Li mala bavê li zeytiyê 3- DESTANA SER FERSENDE BEGÊ Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê. Me jî ev kilam bi her du awayên wê nivîsand. Mijara kilamê li ser Mala Silêmanê Ehmed e ku, binemala Fersende Begê, fedaiyê Partiya Xoybûnê ye. Dema eskerê Turkiyayê pê dikûte ser vê malbata di tayê malbata Mala Ûsuvê Seydo de, mecbûr dibin berê xwe didine Îranê û li wê derê jî, bi niçandina Kemêl îca şer di nava wan û Îraniyan de diqewime. Şer giran dibe hinek ji malbata Fersende Begê di vî şerî de diêne kuştinê. Dîsa jî çawa ku bi mêrxasî li hanberî eskerê Turkan li ber xwe dabûn wusa jî li hanber vê êrîşa eskerê Îranê jî li ber xwe didin. Helbest ji aliyê cureyê xwe wêjeyî ve lawij e. Lêbelê dîsa ji ber ku pesnê çêyî û egîdiya van xweşmêran daye, aliyê xwe yê epîkî jî heye. Dibe ku navê destanê jî lê bikin. Pîvaneke xwe yî diyar nîne. Hema çawa li hevudu hatiye werê gotiye. Dîsa em di hinek rêzan de rastî pîvana kîteyî dihên. Pergala xwe ya kafiyeyî, heye. Hema hema hemû cureyên qafiyeyî hene. Teşeyê dabeşkirina rêzan ne jimartî ye. Ango em nikarin navê teşeyeke nezmî, weke çarînê lê bikin.

Gotinên kilamê bi awayekî balkêş hatine hunandinê. Hem jinê gotin gotine; hem jî zilêm. Nola ku li nava şerî ev her du li gel hev bin davêjin ser hev û du. Ev teher jî, şarezatiya hunera Devkî ya wêjeya Kurdî ye.

Axawo li min li min li min Xwedayê mim pê dizane Ji berê ve em mehkûm û firarê Destê Roma teres in Xalisê dinê xwe ne Canfedayê mala şêx in

Axawo li min ax li min li min Lo lo mîro şerekî li me çê dibû Li hewşa serayê Qalekî giran li me daketiye Mij û dumana şewitî Dîsa li hember e (Di vê derê de neliheviyek heye. Di bandê wî yê dawî de ev awa jî heye.:) Axawo li min ax li min li min Heyla lo mîro min go Şereka li me çê dibû li hewşa Sarayê Qalekî giran li me daketiye Li kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dîsa li sersa vê kaniyê Lê dayê rebenê min ê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv Begê Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema Dibû hwurmîn û nalîn û zarînê gulê topê Ji êvar de xweş tê Sewta bêxwedîka vê borînê Besnayê bi sê denga dikir gazî Digo de lo lo Fersende Te digo wezê Fersende me Ez berxê Mala Emer im Roja şer biqewime Ez siwarê Eznawir im Na na wele Çar hev papaxreşî Qecera

Ji êvarî Xwedê da Devê mîratê wan malikan û gawursustema Kirine kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê Qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv Begê Bi destê zorê Bi devê mîratê gawursustema Ji milê van xweşmêra vekirine Nîşan û rutbê Hamidiyê Heyla mîrê min Hey de hûn ê lê xin Le bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabin kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin Qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin Mêra bikujin navê revê pêxin Mûma bitefînin şemdana vêxin Xwedayê min pê dizane Ji berê paş de Mezin û piçûkê me Rabûne ranebûne Em ê mahkûm û firarê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne Canfîdayê mala Şêx in Axawo hey li min li min Sed carî li min Heyla lo mîro min digo Şereka li me çê dibû Li hewşa Sarayê Qalekî giran li me daketiye Li kavilê Murtumana şewitî Vê sibê dayê dîsa li hember e Na na wele min ê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Ta ji êvarî Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê Qolaxa bi tevî Xalisê Ûsuv Begê Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema Ji êvar de mij û duman e vê sibê Qelebalix e dîsa yeqîn şer e Fersende bi sê denga dikir gazî Digo de lê lê Besnayê Te digo wez ê Besna me

Ez qîza Eliyê Ecem im Roja şer biqewime Qîza heft bavê çê me Dergûşa ser destê te zarûkê kurîn e Tu baz de şer giran e Tu yê vê sibê bigre Derkeve ji navê here Besnayê bi sê denga dikir gazî Digo de lo lo Fersende Wele wez ê Besna me Ez qîza Eliyê Ecem im Roja şer biqewime Qîza heft bavê çê me Dergûşa ser destê min zarûkê kurîn e Îro dikim bi qurbana Nav û namûsê Mala Emer e Ez ê çi bikim Bavê Kazim Keremê Qolaxa Sond xwariye bi sondê temam Sondê telaqê jinberadanê Heta serê şahê Îranê jê neke Ji vî şerê hanê Nayê tu cara venagere Hey de hûnê lê xin Bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabin kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin Qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çartiliya li erdê xin Mêra bikujin navê revê pêxin Mûma bitefînin şemdana pêxin Xweadyê pê dizane Ji berê û pêş da Piçûk û mezinê me Rabûne ranebûne Em ê mahkûm û firarê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne Canfîdayê mala şêx in

Dengbêj Huseynê Farê, vê kilamê bi du awayan distrê ( notê berhevkêr). Lêbelê mijara kilamê cihê dibe. Guman heye ku dengbêjê me, kilama Yadoyê Dimilî û Fersende li hev û du xistibe.

De na na wele wez ê dîsa Weyla axawo şerekî li me çê dibû

Li girikê jêrîn û jorîn Wele li ser somerê Hafa her du ava Li xopana Qizilçubûxê me bidarebî ne Min dî qiflekî suwarê mala Xelîl Wele vê sibê suwar ketine hatê Ji xwe re ge dixarîne ge dilezînin Bila kula Xwedê bi sê kula Tekeve derê Reşîdê lawê Serhed Derbekî bila li bejna bavê Silhedîn dabû Wele ji êvar de Bi du guleyen birîndar e Halê wî tu nîne Min bala xwe dayê Li erefa meydanê sekiniye Yadoyê min Dimilî suwarê Nîgarê Kilê çavê Telîyê Tevî şahê xortan Teyrê ecelê Sadûn e Lawo çavhêşîn e 4. KILAMA SER ŞERÊ NAVBERA MALA ELIYÊ ZAWO Û MALA EMERÊ SELÎM Ji aliyê cureyê wêjeyî ve helbest, bêtir nêzî lawijan e. Teşeyê nezma xwe jî, di dirûvê çarînana de ye. Lêbelê em rasterast nikarin bibêjin ku bi teherê çarînî dabeşî rêzan bûye. Herweha ji ber ku ev kilam jî berhemeke wêjeya Devkî ye, ji aliyê pîvana xwe ve, hema hema di qalivê pîvana kîteyî de ye. Di dawiya rêzên helbestê de em, bêtir qafiyeya zengîn dibînin. Mijara kilamê, şer û pevçûnên janane yên navbera malbatên mezin e. Çîroka kilamê diçe li Emînê Ehmed asê dibe. Serê pêşî, ev serekeşîr, hezkiriyekî gelê Kurd bû. Heta ku nebûbû hevalê eskerê Kemalî, di nava miletê de nola lehengekî dihate dîtinê. Ev kilam ji devê jinê hatiye girtinê. Em vê yekê, ji rêzikên kilamê derdixin.. Weyla Axawo Axawo Axawo Wezê bi diyarê Silatê Mala Mûso diketim bi çem û kanî Min dî Bavê Muhemed Selîm Gula suwara lê girê da mihîn canî Bila kula Xwedê bi sê kula Têkeve derê Mala Eliyê Zawo Qela mêra li Mala Emerê Selîm Axa anî Weyla Axawo tu Axa yî Şerê li me çê dibû Li diyarê Silopî Rezê Mala Mûso lo li vî banî Min dî Eminê Ehmed Gurê meha sibatê

Wa elmanîka xwe hîlanî Ez ê vê sibê Xwe bawêjîm bextê Namûsa te Sekmanî Tu yê guleyekê bernedî Li bejn û bala bavê Muhemed Selîm şahê xorta Çakêt li nava milê Vî xweşmêrî meke Bar giran e lo Weyla Axawo tu Axa yî

5. KILAMA SER

XORTEKÎ KU ŞANDINE ESKERIYÊ

Cureyê vê helbestê, ji aliyê wêjeyî ve kilam e. Pîvana helbestê, herçendî li gorî pîvana kîteyî be jî, bi giranî mêla xwe daye ser pîvana serbestî. Dîsa ev kilam, ne tekûz be jî, weke çarînan dixuye. Herweha qafiyeya wê jî xweş li hev e. Cîcînan qafiyeya nîvco; cîcînan jî qafiyeyên dinê hatine. Kilam ji aliyê mijara xwe ve, êş û jana ku ji ber bêbextiyê ye ku, hevkarên eskeriyê bi keçekê dikin. Delalîkê ber dilê vê keçikê, bi devê muxtar û ezayê wan ku, giliyê wî kirine, dişînine eskeriyê. Bi vî awayî destê van herdu evîndaran ji hevdu hatiye qetandinê. Wan salên berê jî eskerîkirina ji hukûmata Turkiyayê re, zav dirêj bû. Bi hindikî pênc salan diajot. Hema hema kî biçûya eskeriyê, çûyîn ew çûyîn bû. Êdî dagera wan xweşmêran ne hêsa bû. Purê xortan xwe kitim dihiştin, heta şikayetek nehata kirinê, ew wusa veşartî diman ji boy ku ji çûna eskeriyê bifilitîna. Keçika reben ku bê delalîkê dilê xwe dimîne, vê kilama dilşewat davêje ser xwe, delalîkê ber dilê xwe û heyeta ezayan. De rê hay lê dîlê dîlê Dîlê lê were dîlê Lê dayê dêranê Xwedê hebîna hûn e Min kur bikin way lê Min kem bikin Hûn ê berê min bidin Sewqiyatxana Dîyarbekir Qatekî cilê eskeriya Qerenê zava way lê Reş li min bikin Ji bona reza Xwedê û pêxember Lawikê min ê ecemî ye Li meydana Erzurûmê Li pêşîka delalîkê dilê min da Dersan û talimê bikim Lê hay lê dîlê lê dîlê dûrê De rê hay lê dîlê Hay lê dîlê lê were dîlê

Lê lê dayê nemayê Sibe ye min dî tiranê Ji stesyûna Diyarbekir Wa ye hereket kir Wey lê li min porkurê Li erdê biniya mala me sekînî Bi sê denga munawire kir Wele min ê vê sibê rabûya Qatekî cilê derwêşan û casusan Li bejna xwe kir Hawara Xwedê wez ê Li temamê odê tranê digeriyam Hevo hevo yoxilme kir Ji bona reza Xwedê Wele derdê dilê min gelek e Delalîkê dilê min tê da bû Koranî bi çavê min de hato Wey lo min nas nekir Lê hay lê dîlê lê dîlê durê

De rê hay lê dîlê Hay lê dîlê lê were dîlê Wey lê dayê min go Binîka mala me da Way lo bi zeviya ketim Bila kula Xwedê têkeve Berê ezayê gundê me Her çar ezakê vê heyetê Le çewa destê min û Delalîkê dilê min Ji hevdu qetandine Berê wî dane Kambaxa Erzurûmê eskeriyê Bêxwedîka way lê vê xurbetê Lê hay lê dîlê lê dîlê durê

6. LAWIJA SER SEÎDÊ EHMED Kilam ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve lawijî ye. Xwedî pergaleke qafiyeyî ye. Di dawiya rêzan de em, pêrgî qafiyeya zengîn dihên. Rêzên helbestê bi pîvana serbest hatine ristinê. Dabeşbûna rêzan ne bi jimareke diyar e. Ji devê jinê hatiye girtinê. Emînê Ehmed li Diyarbekirê di girtîxanê de ye, li aliyê mala wan şerek diqewime. Pismamên wan ên bi navê Emero û Mistiko, li gorî hin pîrên nuha ( weke dengbêj H.M.Xatoyê), çav berdidine jineke bi navê Wesîlayê.

Maqûlekî bi navê Seîdê Ahmed ji Mala Emînê Ehmed dikujjin. Wesîleyê jî tê Diyarbekirê, diçe girtîxaneyê ku vê xebera hanê bibêjeyê. GELO Dê*******************???????????MUHEREM Gidî lo lo de lo lo de lo lo Min dî Eyşo digo Qasimo lo bra Dilê min î dêşî dêşî Wî de berxê bavê mino lawo Sibe ye dilê min î dêşî Li dunyayê dîsa sed carî dêşî Wele tu ê vê sibê Rabe xwe girê bidî Bi xefyanî bi casûsî Lo bra bi derwêşî Tu ê lez bikî Bilezînî bimeşînî Berê xwe bidî Kambaxa welayeta Diyarbekirê Tu ê pişta xwe bidî Dîwarê bêxwedîka vê edliyê Berê xwe bidî Mapûsxana şewitî Qanata jorê Qawişa diduya nezareta pêşî Tu ê rica bikî Ji mudurê mapûsxanê Tu ê bibêjî lo muduro wezê Ketime bextê namusa Te û Xwedê vê edaletê Wele tu ê qasekî Îzna min bidî Di hundirê mapûsxana şewitî de Wezê bikevim nava Mehkuman û firaran van xuniya Ez ê qasekî rûnêm li kêleka Emînê Ehmed lawê Perîxanê Min ê bigota De lo lo Emînê Ahmed Mala te xera be Wele zalimê Emero û Mistiko Her du pismamê xayin Derbekê berdane Li bejn û bala Seîdê Ehmed Bavê Muhemedko siwarê xezalê De îro mala mezin

Maye bêsermiyan e Wezê hatime tu ê Îro ji min û mala me re Keko bra dîsa çi bibêjî Gidî de lo lo de lo lo Wî de lo lo de lo lo Kul û kedera ber dilê min î De rabe Seîdo tu Axa yî

Eyşo digo lê lê Emîna lê xwingê Wesîla Hesîna lê lawoyê Gidî wele sibe ye Wezê bi diyarê riza Qîre Kozika Seîdê Ehmed Bavê Muhemedko Ketime dayê bice ye Ê lê gran e dengê Tivingê Emero Mistiko Her du pismamê xayin Ji êvar de Bi ser de kirine şevereş e Mij û duman û xelxele ye De lo lo zalimê Emero Mistiko Her du pismamê xayin Derbekê berdane Li bejn û bala Seîdê Ehmed Maqulê mala me ye Heyfa min nayê li kuştina mêra Heyfa min têyo li wê heyfê Giregirê Reşkotan û Rema Dibên sebeba van xweşmêran Wesîle ye Bi sonda qesemê Wesîle digo Haya min ê Ji vê bêbextiyê qe tune ye Ji berê paşê de şeytanî û fesadî Karê mala Hecî Evdile ye Eviya riyê çendik û çend sala ye Emero û Mistiko mahkum û firarê Li pişta mahpûsxana Diyarbekirê ye Ê de rojê êdan û şahiyan Bazar û gorişmeya Min ê berê xwe da Pişta dîwarê edliya Diyarbekir Malxerabo qapiyê mahpusxanê

Xelqê ji min re digo Wesîla korê hûn ê Rabin herin malê Îro gorişme ji mala Emînê Ahmed re Qe tune ye Were lo lo de lo lo de lo lo Seîdo tu Axa yî

7. LAWIJA SER ÇAWIŞÊ TESKEREÇÎ Ev helbest, ji aliyê mijarî ve dilovanî ye(lirik). Ji devê jinekê hatiye gotinê. Cureyê helbestê lawij e. Pîvan, qafiye û teşeyê dabeşbûna rêzan, di tayê rê û rêbazên berhemên Wêjeya Devkî ya gelî de ye. Ji ber ku navê dengbêj Huseynê Farê tê de derbas dibe, guman heye ku wî ev lawij gerandibe. Heke ne hilberîneke wî bi xwe be jî, rasterast kiriye ser navê xwe. Derê wî lo lo çawişo lo Ez ê bi vira Kavilê Kosê Diketim lo li vê meydanê Heyla dayê dêranê Min dî kaxizê teskereçiyê Ebdulcebar çawişê min Lo girtin danê Teskereçiya bi Evdilcebar çawişî Berê xwe danê Tew lê nava qantir Û bêxwedîka wî lê timarxanê Heyla li min porkurê Teskereçiya Evdilcebar çawişê min Saqo û şalwarê sivîliyê Li bejna xwe dabû wî lê Mîrata qantirê nazî dikir Cotê çifta pê re li eniyê danî Min dî Sultanê Bi sê denga dikir gazî Digo lê lê Nîgarê Xwekê korê nemayê Mala bavê te şewitiyê Wez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêja Dibêjin cenazê Evdilcebar çawişê te Berê wî dane xestexana Bêxwedîka lê Erzincanê De wî lo lo çawişo lo

De wî lo lo zatiyo lo lo

Ez ê bi vira Kavila Kosê Ketime lo lo bidarkelêj e Min dî alaya siwariya Derketî munawirê Qirana li ser qirana Li hedefê wî lo lo li vê atêşê Sultanê bi sê dikir gazî Digotî lê Nîgarê Mala bavê te şewitiyê Wez ê pê hisiyame Bi gotinê gotinbêja Divên do vî çaxî Li ber derê xestexana Erzincanê Zalimê dixtor qalpaxê Serê çawişê wî lê te davêje Min ê digo welatê xerîv û xurbetê Wê gavê ne xwing e ne dê ye Ne ne bav e ne bra ye Ne qewm e ne eşîr e Kesekî xwedanê xêra û xêrxwaz tune Li ber serê teskereçiyê Evdilcebar çawişê te rûnê Hawar Xwedê wele Hurik hurik yawaş yawaş Wesyetê xwe wî lo lo bibêje Ez ê vê sibê berê xwe bidim Deşta welayeta Diyarbekira şewitî Hinda Huseynê Farê lawikê dengbêj e Min ê bigotana ji bona Reza Xwedê û pêxember e Gava tu ê li serê civata rûdinê Klama teskereçî Evdilcebar çawişê min Tim û daîma wî lo lo tu bibêjî De wî lo lo çawişo lo lo De wî lo lo zatiyo lo lo ( ev kilam bi du awayan hatiye gotinê ji devê dengbêjê me.)

8.

LAWIJA SER SALIH ŞAHÊ DENGBÊJA

Cureyê vê helbestê yê wêjeyî lawij e. Hêmanên xwe yên mîna pîvan, qafiye û nezmê hene. Nezma wê ne xwedî teşeyeke diyar e. Gelek dengbêjên din jî vê dibêjin. Nola Şakiro. Gotinên lawijê ji devê jinê hatine girtinê. Çîroka helbestê jî ev e: Di dawetekê de yekî bi navê Zekî, şeşagira manêre diteqîne, bêhemdî wî li Salihê dengbêj dikeve. Wan jî ev lawij li serê gerandiye. Melul melul melulo siwaro Beyazê gotî Lê lê Gulnazê korî nemayê Sibe ye wez ê Bi wêrana Melazgîra şewitî Gundê bikevir kela Suphiyê diketim Naçime gund ez zûka bikereng e Bira kula Xwedê bi sê kulan be Têkeve derê konê Zekiyê lawê Mîran Begê Min dî vê sibê Li refê siwara kirî gazî Digo gelî siwaran Bûka me derxînin êvar hat Roka me çû dîsa li me dereng e Min dî mîrata şeşagira manêrê Vê sibê di destê Zekiyê lawê Mîran Begê dabû deng e Guleka bi dest berdayê Li bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêja Gula xorta teyrê Ser milê qîzan û bûka Nema bû sîma reng e Heyfa min nayê Li kuştina egîtan û xweşmêra Heyfa minê têyo li wê heyfê Îro bêxwedî û sermiyan mane Her çar gundê dor heft reng e Beyazê gotî Gulnazê korî nemayê Sibe ye wez ê Bi wêrana Melazgîra Şewitî Gundê bi kevir

Kala Suphiye diketim Îro naçim gund e Wa zû lê dîsa bi dawet e Minê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Min dî mîrata şeşagira manêrê Li destê lawanê Mîranî Begê Gidî lo lo dîsa gurîn ketê Guleka bi dest berdayê Li bejn û bala bavê Mihemed Salihê min şahê dengbêja Gula xorta teyrê Ser milê qîzan û bûka Wêre felekê mala te xera be Wele şikestî per û qanatê Çok û çingê min hermetê

9. DESTANA SER BENGÎBÛNA NAZÊ YA LI HUSO Teherê hûnandinî ya vê helbestê têra xwe seyr e. Em dikarin mînakên berhemên weha yên Wêjeya xwe ya Devkî, rûkarî berhemên Wejeya Cîhanê jî bikin. Ji ber ku gotinên helbestê ji du aliyan ve hatine rêzkirinê. Cureyê wêjeyî yê helbestê lawij e. Pîvan û qafiyeya xwe heye. teşeyê xwe yê nezmî jî, li gorî mijara rêzan ji hev û du hatiye dabeşkirinê. Ev ji devê gelek dengbêjan ve diê gotinê. Ji hêla mijarî ve hem dilînî ye hem jî destanî ye. Li ser evîna navdar a Nazê ya ser Heso ye. Dewran e dewran e demê dewran e Nazê digo Heso pismamo Sibe ye wez ê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Dilê min bi deman e Xwazgînçiyê min rebenê hatine Ji êvara Xwedê de Di mala bavê min de Li hev civiyane Lo lo min bi heyrano Bi gotinê gotinbêja Dibêjin şîranîka min xwarine Dê bi rebeno nîvê qelenê xwe dane Na na wele wezê vê sibê hatime Xatir ji pismamê dilê xwe bixwazim Ez qe nizanim Hal û dem û birînê te çawa ne siwaro

Dewran e dewran e demê dewran e Huso digo lê lê lê Nazê malxerabê Na na wele ji bextê min û te re Dîsa bi ser me de Li esmana agir dibare Le dilê min evdalê Xwedê Ji hêlîna hêlîna teyrê nar e Bila hêlîna xwe çê nekirana Li Geliyê Zîla Li serê Çemê Hesen Evdalê Dê bi rebenê li reşik û tarî Na na wele tu ê Ji oxur û feleka xwe nemîne Here ji xwe re Bi meqsed û muradê dilê xwe şa bibe Ew ê rebê alemê Aniye serê pismamê te Neanî serê wî Eyûbê kurmaxwarî Nazê heyla Nazê Nazê Te çavreşê bejinbilindê Gerdengazê bermuradê Wele tu yê gava Xatir ji min dixwazî Hinekî giyayê buharê Di binê min raxîne Wele Huso brîndar e Halê wî tunîne Bila qasekî serê xwe dêne Hay lê ji xwe re razê Derê dewran e dewran e Dewran e dewran e demê dewran e Nazê digo Huso pismamo sibe ye Wez ê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Dîsa wa li hersek e Di seriya min û te re deşt û zozan e Malxerabo di biniya me de Hêlîna teyrê basbelek e Bi sonda qesemê xwazgîniyê min ê Di mala bavê min de Ji êvara Xwedê de rûniştine Dibên şîranîka xwe xwarine Maye dawa çek e Hêviya min heye Ji rebê alemê mîrê mîra

Di pey pismamê min de Tu carî qedera min ê Li eniya lawê bava neke Lo lo malxerabo wele Tu yê were vê sibê Qase kî serê xwene Li ser çoka dotmama xwe dêne Ew derdê ku Di canê pismamê min de ye Belkî rebê alemê Bigre canê min giş suwaro Dewran e dewran e demê dewran e Sibe ye wezê bi Geliyê Zîla Çemê Hesen Evdalê diketim Tê re ne zinar e bilind çiya Bejna Nazê zirav e takê rihana Li serê heft newala dozde riya Şevekê ji şevê payizê Heta nimêja serê sibê Nazê bi stûxwarî Li ber serî rûniştiye Serê wî ji ser çoka xwe danî Hêdî hêdî yawaş yawaş Bi ser de digiriya Bi emrê rebê alemê qasidê qolfelekê Li ser singê wan peya dibû Girtî ruhê wan her duya Na na wele Bi gotinê gotinbêja divên mekanê Huso û Nazê Li nava Çemê Hesen Evdalê Bûye ziyareta tawiyan û bawiyan Hey lê Nazê Nazê Te çavreşê bejinbilindê gerdengazê bermuradê Lê lê malxerabê gava tu yê xatir ji min dixwazî Hinekî gihayê buharê Di binê min de raxîne Wele Huso brîndar e Halê wî tune Bila qasekî ji xwe re razê

10. EREBA

MIN

Cureyê helbestê, kilam e. Ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeyê û teşeyê nezma xwe ve, di dirûvê berhemên wêjeya Devkî de ye. Herweha mijara xwe jî, li ser evînê ye. Kevneşopiya Aşiqiyê diêne ber me. Ev awayê hunerê xwedî rabirdûyeke kûr, dûr hur e. Di qada wêjeya gelên cîran de jî ev awayê hunera helbestî bala meriv dikşîne. Bi taybetî edetekî wêjeya Devkî ya Turkan e û gelek mînakên xwe hene. Kilam ji aliyê mijarî ve evînî ye .Yê ku klamê derxistiye dengbêj Huseynê Farê ye. Ciyê kilamê Diyarbekir e. Ereba de lê lê lê Karîxezala dilê min malxerabê Deşt û zozan nemane Ez li karîxezala xwe temam lê geriyam Dîsa kor poşman hêdî hedî yawaş yawaş Berê da sûra diyarbekira şewitî Min ê digo ciyê şêxan û ewliya Em ê gava ketibûn sûra bedena Diyarbekira Serê Mêrgahmedê çarşiya şewitî Nava elbikçiyê van Elîpariya Min ê digo çiqa cîkî fere ye Serê ewilî qasekî ji xwe re Di nav de digeriyam Min bal û xiyala xweni dida Bejn û temtêla qîzan û bûkan Yadê van zeriya Na na wele min ê Xwe pê da pê da Berdaye pişta Mala Elîşêr e Min bala xwe dayê Govenda qîzan û bûkan Bi sêpiya bi sê qefla digeriya Dilê Huseynê Farê lawikê dengbêj Dilkî qure bû Di nar temamê qîz û bûka de Ji xwe re ketibû sisiya Minê digo ewa mezin Ji min re bikêr nayê Ezê bînim ji bona Şivan û gavanê gundiya A diduya ji min re nabe Ez ê bînim ji bona Kutlik û şanborekê Teresê van Mardînliya A sisiya kinik î orte bû Li çax û benda min Lawikê xelkê re

Min anî bû ji bona Henek û laqirdiya Şevekê ji şevê payizê serê kanûna Min ê gava destê xwe Avêtibû gurmitikê piya Min ê dimêt di devê Taximê singan û bera Hinarikê rûya Na na wele Çiqas necar û merengoz Li Diyarbekira şewitî hene Ez ê li temama Li giştika digeriyam Min ê cotekî nalîn û qafqafkê kirî Du bohist û çar tiliya Ew a kinika ortê bû Ji çax û benda min Lawikê xelkê re Şevekê ji şevê payizê serê kanûna Min ê gava destê xwe Avêtibû serê gurmitikê piya Mîna kevanekî ji kevanê destê teresuliya Bi ser de diaşuya Ji hal û demê xwe re dîsa ditewiya Min ê devê birî Taximê singan û bera Dev û lêvê cotilmiya Hinarî rûya Singa vê teresbavê hişk bû Mîna helawa Entabê Bi çakûç û tevşoyê destê Necar û merengoza nedişkiya Mîna hingivê Sêrtê dimsê Pisyanê Wî tiriyê çiyayê Şengalê Bi ser dev û lêvê Min lawikê xelkê de diheliya Ji kerba ramûsanê vê teresbavê Sî û sê dranê min Bi hev de diweşiya Ereba min hay lê lê ax Karîxezala delala dilê min De rabe hay lê lê Ereba min de lê lê lê Malxerabê min ê digo sibe ye Sed carî sibe ye Karîxezala dilê min Min ê digo sibe ye Sed carî sibe ye

Stêrkê rûesmana Çima winî qube ye Min dî karîxezala li xîmê Binê beriyê digeriya Li tûmê kelemoka Gele bi gele ye Bi sonda qesemê ew maleka Qîz û bûk lê tune ye Mîna aşekî ji êvar de xerabe ye Bêqiraş e bêdore ye Mîna xanekî ji xana binî toz e Binî bizibil û zibare ye Ew malika qîz û bûk tê de heye Dixwazî bila mala Şivan û gavanê gundiya be Eynelyeqîn e werre ye Tiştekî derew xalif Di vê galegal û gotinê de tune ye Lê mala wî şivanî û wî gavanî Çima qîz û bûk tê de heye Bi şiklê konê bavê Evdilhemîd ava ye Lixêmê binê beriyê biçît e biperde ye Bimisîn e bigumgum e biqawe ye Sedema çavê qîza Tim û daîm şêwr û mişêwrê Hezar hev dengbêjê mîna Huseynê Farê lê heye Ereba min hay lê lê lê Karîxezala dilê min hay lê lê

11. KILAMA KEÇIKA BENGÎ YA SER DELALÎKÊ BER DILÊ WÊ Helbesta me, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, di hêla wêjeya Devkî de, bi navê ‘kilamê’ diê binavkirinê. Jixwe aliyên xwe yên pîvanî, qafiyeyî û teşeyê nezmî jî vê rastiyê diselmîne.

Ev helbest, rastî, durustî û xalisiya evîna kevnar a bav û kalên me dide nîşandanê. Kilam ji aliyê mijarê ve li ser evînê ye. Keça ku dil berdaye xortekî , di hiş xeyalê xwe de dixwaze ku, cilê delalîkê dilê xwe bibe bişo. Navê keçikê Gulê ye. Radibe kincan hildigre, dibe ser ava Feratê, li wê derê, avê, zelal nabîne , dilê wê qerar nade ku bişo. Ji wirê diçe ser ava çemê Cizîra Botanê. Li wê derê jî avê, li gorî dilê xwe paqij nabîne. Dawiya dawî diçe ber ava kaniyên çiyê ku cilê delalîkê dilê xwe bişo. Dîsa gotin ji devê jinan hatiye girtinê.

Erê hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê Hay lê lê gulê Hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê Min ê go bejna Karîxezala dilê min zirav e Takî rihana li binê çiyakê Bêxwedîka vê Musûlê Sebra min de hê lê lê Min dî Gulê vê sibê Bi sê dengan dikir gazî Digo lo lo lawiko mehrûmo Min ê vê sibê Cilê delalîkê dilê xwe Hildaye daye li hev pêça ye Erê hey lê dayê Min ê berê xwe daye Ser ava çemê Diyarbekir Wez ê gava diçûm Ser ava Feratê Diyarbekir Wele min ê bala xwe dayê Şopa qatirciyê Sêrtiya bû Guherê miya bû Mexelê boşî deva bû Wî devê min digo Dilê min ê Ji devê min re qerar nedida Min ê cilê delalîkê dilê xwe Neşûştî li avê nedida Heywax li min porkurê hay lê lê Na na wele min ê vê sibê Car dinê cilê delalîkê dilê dilê xwe Tev dabû tev pêçabû Min ê berê xwe da

Ser ava çemê Cizîra Bota bû Min ê bala xwe dayê Di ser me re selexane Li serê av û arava spiya bû Hûr û pizûrê miya bû Devê min digo Dilê min ji devê min re qerar neda Min ê cilê delalîkê dilê xwe Neşûşt li avê neda Hey wax li min porkurê hê lê lê Erê hey lê dayê Li min porkurê Min bala xwe dayê Ji min wê de çem nemaye Bi ser min re dax û gelî û çiya ye Min ê berê xwe dida wî çiyayî Belekê berfê lê xuya ye Wez ê gava diçûm Belekê berfê wî çiyayî Min bala xwe didayê Bi sê ciya ji serê çem û kanî Ava zelal jê kişiyayî Li wî çiyayî li belekê berfê tetişê ava Li çol û yabana Xwedê Min ê kuçikê xwe çê kir Sê hev kevirê xwe danî Sîtila xwe li ser danî Teşta xwe li ber danî Serê buhara ewil bû Paşiya payizê dewamiya neh meha Li çol û çepera Pêjna delalîka dilê min Li min dayî Wele li wî çiyayî Takî êzing qe nemayî Sabûna min keçikê Barê heft deva bû Qediyayî kirtikkî jê nemayî Teşta min qul bûyî Sîtila min şikiyayî Tilî û pêçiyê min î zeriyê karîxezalê Di ber av û arava Delalîkê dilê min de giş mihiyayî Erê hay lê lê Gulê Hay lê lê Gulê lê Erê bejna karîxezala dilê min zirav e Takî rihana li serê çiyakê Bêxwedîka vê Musûlê

Sebra min de hê lê lê

12. EVÎNA QÎZMETÊ YA SER “LAWXALO” Cureyê vê helbesta Dengbêj Husynê Farî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, ‘kilam’ e. Ne bi giştî be jî, dîsa helbest, ji aliyê pîvana rêzan, qafiyeya dawiya rêzan û teşeyê dabeşbûna helbestî ya nezmî bi awayê berhemên wêjeya Devkî ne. Kilam li ser evîndariyê ye.Gotinên vê klamê ji devê jinê ye. Keça ku ev kilam avêtiye ser lawê xalê xwe, bengî bû ye. Lêbelê, negihîştine hev û du û keçikê bêdil dane yekî ne baş. Keçik gazin û lomeyên xwe dike.

Erê lawxalo bejna min zirav e Wa rihana zer e Erê kurxalo bejna min zirav e Wa roka zer e Taximê sing û berê min Keçikê ji te re Mîna textê Sultan Evdilhemîd Bixwendin e bihesab û Wa bizêr û bizeber e Cotê memikê min ji te re Malxerabo mîna kewê li qefesê Bi bask û per e Sî û sê dranê devê Min keçikê spî ne Mîna ne birincê Şêxanê Qerecdaxê Salik û dozde mehê Xwedê Wa li raser e Malxerabo te yê kirî Terka bejna min a zirav Sî û sê şêbiskê belekê çava Ez ê ketim tora kotî heram Jindo nemerdiyê xerab Derdê wî nayê kişandinê Şevê nîvê şevê Li ser taximê Sing û berê min keçikê Ji xwe re dike Herba û ceng û şer e Lawxalo wez qîzmeta te me Lawxalo wez qîzmeta te me Wî kurxalo wez qîzmeta ye me

De herê lawxalo sibe ye

Wez û lawxalê xwe ne Li erdê binya malê Li ser kaniyê li hev rûniştin Ez û kurxalê xwe Li erdê biniya mala Ser kaniyê li hev rûniştin Hestirên çavê min û lawxalê min Mîna tofana Nuh pêxember Kevirê zinara Qûmê derkê çeman tev dişûştin Malik xerabo ji ber griyê min û te Min dî mriyê mezela Di hundirê qebra xwe de rabûne Kefenê xwe ne bi devê girtine Digotin ha ho medet û rûniştn Malxerabo min û te Gilî û gazinê xwe kirine Lome me ji pa re hiştin Lo kula Şamê Helebê Di mala bavê te bikeve Te ê kirî terka bejna min a zirav Şûsê sê biskê belek çava Ez ê tora kotî heram Jindo nemendiyê mêrê xerab Wele derdê zewaca bêdil nayê kişandinê Royê carek te ez dikuştim Lawxalo wez qîzmeta te me Erê lawxalo wez qîzmeta te me Ez ê ji bejn û bala xwe ve Bêşik û bêşubhe me Tu yê meke xem û mereqa heft sala Here li welatê Xerîv û xurbetê bigere Gava tu vegeriyayî hatî Dîsa wez marîna lawxalê xwe me Lawxalo wez qîzmeta te me (têbinî: dengbêj, di qaseteke xwe ye din de van malikên han jî li vê kilamê zêde dike.) Lo lo lawxalo heyra min go Xatûnîka kurxalê qerîşan e Ez ê vê sibê rabibim Berê xwe bidim kambaxa Welayeta Diyarbekira şewitî Ba nalbenda bazinê Destê xwe derxim Jê ra têkim lo çarhezar e Ez ê xizêma pozê xwe

Goharê gohê xwe derxînim Jê ra têkim hûrik hûr bizmar e Ez ê sî û sêbiskê xwe jêkim Jê ra têkim ser kelê Wêris Begê Lo dor hevsar e Wê rojê êdan û şahiyan Wê bê lawxalê min Lingê xwe têke rikêbê Destê xwe bavê dizgînê Berê xwe bide xêrîviyê Binê beriyê welatê xerîv xurbetê Nava heval û hogira da Bera xelk nebêje qebraxo Dost û yara wî tu nîne Çi siwarekî bêçîk û lo bêpergal e Lawxalo wez qîzmeta te me Lawxalo wez qîzmeta te me Wî kurxalo wez qîzmeta te me

13. TÊLÎ Cureyê vê helbesta xweş, ji aliyê wêjeyî ve “kilam” e. Pîvana rêzên wê, nêzê “pîvana kîteyî ye. Herweha qafiyeya xwe bi xurtî bala meriv dikşîne. Teşeyê xwe yê nezmê gelek dirêje. Heta mijara wê yek e, rêz ji hev û du naqetin. Ji ber vê çendê em nikarin navekî nezmî lê bikin. Bi her awayê xwe serbest e. Mijara helbestê jî, li ser evînê ye. Vê carê bêtir hest daxwazên xort derketine pêş. Dîsa bi temamî helbest ji aliyê gotinên xwe ve, ne malê mêr bi tenê ye; gotinên balkêş ên keçikê jî hatine gotinê. Aliyekî seyr ê vê helbestê jî ew e ku, bengîbûna melankolîk a xortî aniye zimên. Di wêjeya me ya Devkî de mînakê bi vê teherê ne ew çend zav in. Ev berhema ku hilberîneke wêjeya Kurdî ya Devkî ye, hêjayî rexnegirtin û lêhurnihêrîneke hunerî ye. Li benda keda rexnegiran e ku hindekî xwî û xwîdanê birêjin li serê. Were Têlî were Têlî were Têlî Hey lê zalimê lê lê lê Ez ê serê sibê Radibim ji xewka şirîn Bang dikim dibêjim Têlî Bi nava rojê dibêjim Têlî Bi êvarê dibêjim Têlî Bi seetê bi gavê bi deqê b isaniyê Ji axîn û kedera dilê xwe re Wez ê bang dikim dibêjim Têlî Lê lê Têliyê malxerabê Wele tu hur î boz î beyaz î Xalis î mulis î Beytul emîn î tu kihêl î

Neh nav û ne îmze Li ber navê te ne ketine Li ba dilê min Dîsa tu yê pir şirîn î Malxerabê wele tu kihêl î Tu yê vê sibê Li qarişî çavê min sekini yî Ez nizanim qîz î We nizanim tu bûk î Ez nizanim tu jinebî yî Ser dev û lêvê te yê bixêlî Îsal sala hefta û heşta ye Dilê min kete te Çima tu yê xwe ji min vedişêrî Lê lê malxerabê Heft hev birayê te hene Heft hev xwingê min hene Ji bona xatirê çavê te Wez ê Ji te re têkim berdêlî Were Têlî were Têlî were Têlî De lê lê zalimê lê lê lê Têliyê malxerabê Min go buhar e buhara rengîn e Zalima qîza zalima Buhar e buhara rengîn e Li seriya me zozan e Li biniya me de Bingol e Serhed e Şerefdîn e Brek malê bava Têliya min bar kirine Li zozanê me yê jorîn danîne Hespê binê min rewan e Şopê malê we digerîne Na na wele min ê vê sibê Xwe berda zozanê me yê jorîn e Min bala xwe dayê Sê kon vegirtî ne Min ê ajotî pêşiya konê pêşî ne Min bala xwe dayê Di bin de sê zerî ne Çavê wan reş e Brûyê wan ê leglegî ne Dev û lêvê wan tenik e Mîna pelê kaxizê cixarê spî ne Bikum û kolos û temezî ne Min ê bala xwe bida Taximê sing û berê van karîxezalan Serê memikê wan sor e Qoratê memikê wan spî ne

Mîna sêvê Meletiyê Hinarê Dêrikê deqdeqî ne Mîna gazocaxiyê ceryanlî ne Li ser mastê zêrîn û zîvîn e Zincîrê dorê xalis î muxlis î yadê zêrê zer î Reşadî ne Lo lo rebiyo qurbano Wez ê aşiq û sewdaliyê Bejn û bala a ortê me Zalima qîza zalima Navê wê Têlî ye Her duyên dina jê re Bûne kole xizmetçî ne Yek jê re qawê dikelîne A dinê destmal girtiye Hêdî hêdî yawaş yawaş Bi ser de dikir baweşîn e Mîna qaz û qulingê beriya jêrîn e Salê carekê serê xwe ne li zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê dixîne Siûd û talih û îqbala gelek xortan Li cem rebê alemê qe tu nîne Ez ê anuha li vê dera ha Şahidiya cemaata hazir bikim Jinê çê daîma dibin Qismetê mêrê kotî ne Were Têlî Têlî Têlî were Têlî De lê lê Têlîyê lê lê lê Min ê digo Têlîya min lê hayê Çavreşa min lê hayê Bejn zirava ber dilê min rabe lê hayê Bila qeda û heftê bela Bê li zewaca dilketinê Wer li çar rokê vê dunyayê Malê bavê min çi qas pir be Temamî bavêjim terkiyayê Ser serê teresê bavê te Lê çima qelenê Bavê te dernayê Na na wele wez ê Aşiq û sewdaliyê Bejn û bala Têlîyê bûme Mîna hêsira pepûka evdalan Bi baba dewrêşî Wezê ji xwe re digerim Li rûkê ve dunyayê Min ê pe da pê da xwe berda Şamê Helebê Humûsê Hamûdê

Humayê Kerkûkê Kerbalayê Min ê xwe berda Mekka mukerrem Medîna mûnawer Kiriye tewafiya kevirê Heeceruleswed ciyê tobayê Min ê xwene avêtî girê Erefayê Na na wele min digo Ji wetana wetenkî tahir î muqedes î Sebr û deyaxa min Lawikê xelkê lê nayê Min ê pê da xwe Berda bajarê Iraqê Serê kuçe û sûk û gêdûkê vê Bexdayê Sibe ye min dî Keçikek rûnîştiye li binê dara çinarê Ji xwe re dixwîne quranê Mane dike rûpelê Bimbareka vê emayê Wele min ê qasekî Bal û dêhna dilê xwe didayê Keçikê bang dikir digo Lo lo lawiko mahrûmo stûxwaro Tu çima li min dinihêrî Ji min re dibêjin Meyramayê Tu were vê sibê Li kêleka min rûnê Ez ê ji te re bixwinim quranê Mane bikim rûpelê Mubareka vê ûmayê Hetanî sala sed û yekê Tu li kêleka min bî Tu carî mirina gewrik Her çar royê dunyayê Li bîra te nahê Têlî Têlî Têlî were Têlî De lê lê zalimê lê lê lê Rebiyo qûrbano sibe ye Wezê diçûm mala Bavê Têliya xwe bi mêvanî Rebiyo qurbano wez ê diçûm Mala bavêTêliya xwe bi mêvanî Mîna hêsîra pepûka evdala Li ber qwulikan û pacan Min ê vê sibê ji xwe re kir guhdarî Min bala xwe dayê Têlî sala par vî çaxî Delalîka ber dîlê min bû Sala îsalî ji xwe re ketiye

Bext û tola kalê Heftê û heştê salî Na na wele kor poşman Ez ê vedigeriyam Dîsa li ber qulikan û pacan Li ber dîwaran Min ê stû xwar kirî Ji xwe re vê sibê kir guhdarî Min bala xwe dayê Ji terefê Rebê alemê Xanî li min qul dibû Bulbulekî ji esmanê hefta hat Vê sibê li ser çok çingî min danî Bi min re xwendiye Bi kurmancî bi zazakî bi romanî Vê sibê disa bi çil û çar zimanî Digo lo lo lawiko mehrûmo stûxwaro Meqsed û muradê dilê te çi ye Min ê digo meqsed û muradê Dilê min Têlî ye Digo bi sonda qesemê Meqsed û muradê te û Têliyê Li vê dunyayê nabe Êwê here cenata baqî Lo lawo erşê alî Min dî wê gavê Têlîyê serê xwe rakir Ji nava ciya û livinan Balgiyan bang dikir Digo lo lo lawiko mehrûmo Rûreşo vireko derewîno Zozanê Bingol û Şerefdînê bişewite Salik û dozde mehê Xwedê Me biçem û kanî Na na wele ji heft saliya min û te de Hetanî emrê me Bû şazde û pazde Em ê tê de bi hevdu re geriyane Bi xortanî lo lawo bi qîzanî Le kuliya zimanê te nexwaribû Ava reş bi çavê te de nehatibû Tiliya min di çavê te re neçûbû Rokê te yê ji heval û hogirê Dora xwe re bigota Dilê min ketiye Têliyê Wê gavê min û te Me yê hevdu birevanda Tu yê ji min re bibûya malxwe Wezê ji te re Bibûma kevanî û bermalî

Wele tu yê vê sibê Li hal û demê min napirsî Wezê ketime tora Vî kalê heftê û heştêsalî Rojê carê mirin çêtir e Ji min re ji vî halî Were Têlî were Têlî were Têlî

14. XALÊ CEMÎL Û

WERDEM XANIMÊ

Ev berhema hêja ya wêjeya me ya Devkî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve rasterast kilam e. Pîvan, qafiye û teşeyê nezmî yê helbestê, di durûvê hilberînên wêjeya Devkî ya gelî de ne. Kilam ji devê keçikê hatiye girtinê. Ji aliyê mijarî ve li ser evînê hatiye gotinê. Xalê Cemîl ku dil berdaye Werdem Xanimê, bi temenê xwe kal e. Ev her du kes, diavêjin ser hev û du. Werdem Xanim hê li gorî Xalê Cemîl piçûk e. Xalê Cemîl Xalê Cemîl Xalê Cemîl wez gune me Lo lo Xalê Cemîl min bi heyrano Wele tu yê extiyarê dîno Ez gede me Lo lo Xalê Cemîl emrê te ye Çûye çil û pênca Wez çarde me Lo lo Xalê Cemîl malşewitiyo Tu yê ji min vegera be Wezê stûxwar im bêçare me Xalê Cemîl malşewitiyo Wezê ne pariyê devê Murdarê fena te me Xalê Cemîl ez gune me Xalê Cemîl digo Lê lê Werdem Xanimê Sibe ye min û diyarê Qerdîlekê Lê lê Werdem Xanimê Min bi heyranê Qamkinikê lê meşwerdekê Wele tu yê gohê xwe Mede qise û gotinê Galegalê şeytan û fesada Fesadiya xelkê

Bila Xwedayê teala biqedîne Muradê min û Werdem Xanimê Şevekê ji şevê payizê Heta şeveqa sibê Bila wê çaxê Li ser singê min peya be Qasidê mîrata qolfelekê De gidî lê lê Gidî lê lê Werdemê Dêgawirê bavecemê Ez ê qasekî rûniştima li kêlekê Li balê dîsa wa le cemê Gidî lê lê lê Werdemê Lo lo Xalê Cemîl malxerabo Wele tu yê ji min gera be tu mezin î Li şûna xalê min î Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î Lo li şûna bavê min î Lo lo Xalê Cemîl ez gede me Malxerabo wele tu mezin î Lo lo Xalê Cemîl Tu yê nebe sebebê Lo lo qedera min î Xalê Cemîl wez gune me Xalê Cemîl Xalê Cemîl Lo ez brîndar im Wez ê brîndarê Destê kesê kal im 15. KILAMA NUSREDÎN Û XATOYA ŞELMO Hilberîneke hêja û şayanê şanaziya hunera Kurdî ye. Cureyê berhemê yê wêjeyî kilam e. Xwedî pîvan û qafiyeya hilberînên wêjeya Gel e. Dîsa teşeyê xwe yê nezmî ne çarîn be jî, di tayê helbesta gel de ye. Herêma ku ev kilam jê derketiye, kana eşîra Bekiraniyê ye. Gundê Şelmo ku dema berê Kurmanc û gelê Ermen, digel hev û du, tê de bi salan bi kirîvatiyeke xalis û muxlis jiyane, gelek rojên seyr dîtiye. Li gorî şêniyên vî gundî Şelmo, sê caran hatiye şewitandinê; sê carên din hatiye avakirinê. Kilam bi mijara xwe li ser evînê ye. Ji devê keça bi navê Xato ku, dilê xwe berdaye Nusredînoyî, dixwaze dilketiyê wî biê wê bixwaze yan jî birevîne, hatiye gotinê. Tiştê ku heye, me çîroka vê kilama xweş, ji gundî û rûniştiyên gundê Şelmoyê kir. Xatiya Wesîle ku, şelmoyî ye, anuha li gundê Kenikê rûdinê dibêje ku, kesê ev kilam derxistiye, mêr e...?????????????????????????????????????????????? Jixwe bavê wê merivekî pereperest e û dilê wî heye ku, keça xwe bêdil bide merivên perepirî. Keçik jî hêrs bûye ji bavê xwe û li çareyên felata xwe digere.

Hay lo delal hay lo delal delal

Hay lo delal hay lo delal Nusredîno wezê hatime Şewitiya Şelmo li hember e Tu yê şevekê were Têkeve hewşa mala bavê min Qeflekî berx û miya bive here Tu yê têkî çarşiya welayeta Diyarbekir Qeza Batmanê bifroşe Temam têke ser e Tu yê ji xwe re bide bi tivingê Bi demançê bi qotek xencer e Tu yê şevekê werî kêrekê Li ser dilê qebraxê bavê min bixe Ew ê herin gilî bikin Muxtar û ezayê gundê me Temam bêne ser e Ez ê perçekî rûnê helandî Kerîkî penîrê Qerecdaxê dênim ber e Muxtarê vî zemanî elimandine Ew ê ruşwet û bertîlên xwe bigrin Li oxura xwe here Ez ê bibêjim gelî musulmanan Ez şahidim ji vira Heta roja qiyametê Ji heftsaliya bavê min de Evê kula hanê Li ser dilê vî qebraxê bavê min bû Hema bi emrê Xwedê dîsa Deqeyê wî hat dêranê Ji xwe re daye ser e Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal tu newêrî Nusredîno ez hatime şewitiya Şelmo Bişewite me bitehtik e Wele Xato yeka Bejinzirava devliken e xunxweşik e Min dî Xato cotê cêrê nû hilanî Qesda Kaniya Sako dike Hema li ser kaniyê disekine Cotê cêra li tehtê dixîne û helhel dike Xato dilezîne wê gavê Daw û delingê xwene hil dike Berê xwe ni dida Kaniyahenê Çemê Bazo Çaya Balika Li cem Şêx Sebrî Li qebraxê bavê xwe gilî dike

Şêx Sebrî digo qîza min Tu were derdê xwe bibêje Dîsa sibe ye ji xwe re Xwedê xêr bike Erê Şêxê mino Ezê bi ocaxê te kim Derdê dilê min evdala Xwedê pur e ne hindik e Evî kawisê bavê min Rojê min ê Bi heft heva re bazar dike Eger tu înan nakî Yek jê Hemoyê Pero ye Wa ye rûniştî ye li quncik e Hustikê Silê yekî pîs î mûzerik e Qumur Ûsuvê Nûrê Yekî gwurî ye serê wî bikevnik e Ê lê bedra şêxa heye Tewrî jê re dibêjin Sewadiyê wî Belik e Li ser setê li Kaniyahenê Rojê barê wî derew û vira dike Berê xwe nede walîlîxa Sêrtê Li qeza Batmanê gilî dike Bi sonda qesemê Pênc quruş pere Di cêva wî qebraxî qe tuneye Lê çavê wî lê ye Bi fortan û viran û derewan Taximê sing û berê min keçikê Mîna mulkê Kaniyahenê Li ser xwe Mor û mezbet û tapû bike Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lodelal tu newêrî (Di dirêjahiya vê derê de ev malik lê hatine zêdekirinê) Êlê şêxê mino wele dilê minê Di yekî de heye Navê wî Nusredîn e Yadê rebenê wele bi eslê xwe Seyd e qebraxo ditirse Ji xema dilê min re kezebkeçik e Hawara Xwedê wele sebra min heye Ez ê soz û qewlê rebî pê re deynim Lê dayê rebenê wele gava Bê û min ji xwe re birevîne Em ê heta Dara Kurê Rewanê herin Ew ê gaziya şivan û gavanê Eşîrê gundiya li pey me bê

Le tirsa min ê ji wê tirsê Wê min di cî da bihêle û bireve Dîsa kor poşman bi ser Mala wî qebraxê bavê min da vegerîne Erê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal hay lo delal (Têbinî: Di bandê dawî yê dengbêjî de, ev malikên han jî hene:) Derê hay lo delal hay lo delal Hay lo delal Nusredîno Êlê Nusredînê min ê Bi eslê xwe Seyd e bizdonek e Qebraxo ditirse ku çakêt bê te nîno Ez ê rojê du cara Û sê cara dibêjimê malxerabo Ji xwe re were min birevîno Xwedayê min pê dizane Qebraxê bavê min Merivekî pur derewîno Bi sonda qesemê tu qelenekî Ji Nusredînê min nastîno Ez ê dikim û nakim Qam û qudûm û çoka cinya naşidîno Nayê bi destê min karîxezalê Nagire ji xwe re dîsa narevîno Gidî de hay lo delal hay lo delal De hay lo delal malxerabo Çima tu newêrî

16. KLAMA HEBÎBAYÊ Ev kilam ji alî mijara xwe dilînî ye. Li ser bengîbûnê hatiye gotinê. Berhem ji devê keçê hatiye girtinê. Cureyê wêjeyî yê vê helbestê kilam e. Pîvana wê mîna ye pîvana kîteyî. Herweha qafiyeya xwe jî qafiyeya zengîn e. Teşeyê xwe yê nezmî, her çendî ne çarîn be jî, nêzî teşeyên nezma hilberînên wêjeya Devkî ye. Dîsa keçikê bêdil dane mêr, nehiştine ku bigihîje dilketiyê xwe. Wê jî rabû ye ev klam derxistiye. Bi vî awahî gazinên xwe aniye zimên. Gotinên kilamê, bi gazincên ku ji erf û edetên nerast ên civaka Kurd hatine dagirtinê. Eman eman eman Eman de hoy weman e Min dî keçikê bang dikir digo Lawiko bila mala te xera be Lê wele tu navê min nizanî

Navê min keçikê Hebo ye De hoy hoy lo Hebîba ye Min ê li vê dunyayê Ne siûd e ne şans e Ne qeder e ne muqteda ye Lê taximê sing û berê min keçikê Ji te re mîna hunguvê zeya Dimsa Sêrtê hinarê Dêrikê Porteqalê Yafayê Sêvê Meletiyê şêrîn e Wele salik û dozde mehê Xwedê Tehma mîratê wî Gezo ye tim tê de ye Malxerabo eger tu Ji mêra mêrekî baş î Werî bi destê min Karîxezalê bigre birevîne Em ê berê xwe bidine Zozanê me yê jorî Welatê Serhedê qatimîka Wî şêxî lo cem Riza ye Ez ê qe nizanim Siûda min û talih tune Ez ê ketime tora heram Şindo nemendî mêrê xerav Derdê wî nayê kişandinê Na na wele mîna Roviyê beyara bûmê palaxa Kozikê besta eyşatê rêxê golgeniya Ji êvarê heta şeveqan Serê sibê belxemê davêje Ji hal demê xwe re dinale Li ser taximê Sing û berê min keçikê Kûrekûrê wî ye Fenanî kundê de hû hû Li ser qoça ye Eman eman eman eman De hoy hoy eman eman Keçikê bang dikir digo Lê lê dayikê Bila mala te xera be Şevê payizê reş û dirêj derbas nabe Na na wele sibe ye Min dî Şemê dişêwirî Min bala xwe dayê min dî Find û fenerê gundiyan Û maliya tev temirî

Agirê mala bavê min tefiya Çira mala bavê min dişixulî Na na wele ji êvarê Heta şefeqa serê sibê Di nava ciyê xwe de xew nekirî Ji şeveqa tarî de Min bala xwe dayê Mîna carê caran Delalîkê dilê min Ji orta mehelê hato Saqoyê wî di nava milê wî de bû Li bayê bezê di êşîka Derê mala bavê min ra dibuhurî Rebiyo qurba bê lome be Min ê heta kambaxa pencerê vedikir Zûka derbas dibû Bi qandî gêrîkî Çerxiya paniya qondera rastê Pêmalo ji min ve xuya kirî Mêrdewana mala bavê min Sî û pênc derece bû Wê gavê pêxwas û serqot Min ê xwe berda xwarê Na na wele ew şûna ku Delalîkê dilê min pê lê kiribû Erda havînê min ê Hema devê xwe kirî Ji hal û demê xwe re maçî kirî Gelekê mîna cemaeta hazir godara Wê gavê derdiketin derve Ji min re digotin Hebo Bila mala bavê te xera be Vê sibê çi bûye çi ciriyaye Tu yê li orta meydanê Xwe ji dîn û îman kirî Min ê digo gundîno malîno Xwedê hebîna Hûn ê loman û gazina Ji min nekin Derdê dilê min Pur î zorî çetîn e Ji mintirê ez vê gavê Li ser Girê Erefê Wextê nimêjê hatî Min nimêja xwe kirî Meka mukerem Medîna munawer Li qarşî çavê min e Li pêşiya temamê hecaca Ez ê ji xwe re Çûme kevirê hecerul eswed

Min ê destê rastê avêtê Rebiyo qurbano Ji hal û demê xwe re tewaf kirî

17.

ŞERÊ MALA ÛSUVÊ SEYDO Û SIDÎQÊ LAWÊ MUSTEFA BEGÊ (DESTANA SER MÊRXASIYA MALA ÛSUVÊ SEYDO)

Ji desteyên fedayî yên Cemiyeta Xoybûnê Seydxan, ligel hevalên xwe ji aliyê Serhedê ve tên ku derbasî binxetê bibin. Sidîqê lawê Mustefa Begê ku alîgirê eskeriyeya Turk e, dikeve pêşiyê. Çavê vî xweşmêrî lê ye ku Seydxan tevî çekdarên wî dîl bigre bibe teslîmê eskerên Turk bike. Bi vî awayî hinekî şerefê (!) bi dest bixe. Ev bi tivingan dikevine ber hevudu. Pêşî Seydxan bang li Sidîqê lawê Mustefa Begê dike dibê ji pêşiya me rabe, tu meseleyeke me bi hev re tune. Em û eskerê Turk ji hev re neyar in, em naxwazin xwîn birije di nava mêrikê serhedî de. Sidîqê lawê Mustsfa Begê godarî nake. Berê tivinga xwe dide fedayiyan û dike ku wan bikuje. Ji canib Xwedê ve fîşeka wî qelp dertê. Berxên Mala Ûsuvê Seydo lê didin lawê Mustefa Begê li devê derê qesra Hecî Mûsa Begê dikujin. Ev klam ji aliyê mijara xwe ve epîk e, lehengî ye. Dibe ku ji cureyê wêjeyî yê vê kilamê re bibêjin “destan”. Bi dîtina me, heke em navê “Destana Mala Ûsuvê Seydo” li vê berhemê daynin dê ne xelet be. Jixwe destanên bi vî rengî ne hindik in di dîroka gelê Kurd de. Ji aliyê ristina rêzan, pîvana kîteyan, awayên qafiyeyê û teşeyê nezmî ve jî, digel xweş li pey hev û du rêzkirina rêzan jî, şayanê destanê ye. Ji devê dengbêjan bi awayekî pur seyr hatiye ristinê. Dema em bala xwe ji hêla şêwaza wêjeyî ya gel ve didine teşe û teherê gotinan, em dimînin matmayî. Gotinên kilamê hem ji devê dengbêj ve, hem jî ji devê lehengên bûyerê ve hatine rêzkirinê. Lehengên bûyerê, lehengine dîrokî ne. Bûyer bi xwe jî, ne bûyereke ji rêzê ye. Bûyereke dîrokî ye. Bûyereke ku dîroka me ya neteweyî eleqedar dike, ji hilberîna wêjeya Devkî ya gelî re, bûye navgîneke rêzkirina gotinê. Jiyana gel a malxerabî, ku pîrên me jî re dibêjine “benikê riziyayî” bi vê destana dîrokî, radixîne ber çavan. Mijara ser lehengiya van mêrxasên Mala Ûsuvê Seydo, bi şêwazeke ku hem pexşan e, hem jî nezm e hatiye hunînê. Jixwe ev awa, di kevneşopiya berhemên wêjeya Devkî ya gelî de, li nava gelên din ên cîhanê jî diê dîtinê. Helbest, heta mijara bûyerê diajo, li rêzan diajo, ji hev û du naqetîne.

Axawo wa axawo axawo Ê Lê bavê bavê mino sahera sibê ye Wezê bi diyarê tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê kêşa Newala Seyda ketime Sive ye ji kula dilê min û te re Wa me li ger e Na na wele ez vê sibê Bala xwe didimê

Min dî Selefê refê siwara Ji jêr de derketine Siwarê pêşî tim û daîma Namluya tivinga xwe dajo ji pê re Bi leqaba Kurmanciyê Ji wî siwarî re Dibêjin berxê Mala Ûsuvî Seydxanê Kwer e Lê şer û şurtê vî xweşmêrî Li dunyayê gelek hene Roja şer û yoxilmê gran Bi sonda qesemê Li orta meydanê mêra dikuje Nahêle kesekî Di kozika xwe de tevbigere Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazî Lo lo lawo Sidîqê lawê Mustefa Begê Em ê mehkum û firar in Barê me qaçax e Ji bona xatirê Xwedê Wele berê me li Frengistanê ye Hema destê min e li dawa te be Destê te li dawa hezretî pêxember be Lo lawo li vî welatê Serhedê Tu yê qetil û qutûlê bi me nekî Tu yê pêşîka firarê me berdî Lo bira paşiya qaçaxê me here Sidîqê lawê Mustefa Begê Li berxê Mala Ûsuvê Seydo Bi sê denga dikir gazî Lo lawo Seydxano wele nabê Bi sî cuzû Quran kim nabê Bi Şêx Badînê Erza Dudûkê Bi Tekmanê Gola Nadûkê Bi Ziyareta Qolî Baba kim nabê Min ê sond xwarî Bi sonda telaqê cotê xanima Wî lo cotê xanima Wele qaçax û firarê Mala Ûsuvê Seydo bêqetl û qutul Bi ser min de Hay lo derbas nabê

Gidî wî axawo axawo waxawo Axawo axawo axawo

Axawo axawo wey axawo Hêla bavê bavê mino Sahira sibê ye Wez ê bi diyarê tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketime Sibe ye ji xemanê dilê min û te re Wa biçem û kanî Seydxan bi sê denga dikir gazî digo Lo lo Tewfîqo Silhedîn Elîcan û Fersende Hûn ê beşera çavê bavê min in Ji mêra mêrê çê ne hûn ê Destê xwe bavên qevdê Milê mîratê modoliya Em ê mîna carê caran Bi hevdu re lê xînin bi mêranî Na na wele ji Xwedayê min ve Aza û besîr e Me kir nekir vî xwiyê la mekana Me yê xwe ji destê beg û beglerê Kurmancê vî welatî dernanî Lo lo bra Tewfîqo lo bra Serê vê sibê li orta meydanê Ji kuştina Sidîqê Lawê Mustefa Begê re Hay lo ca tu çawan î Wele divê hê gotin di devê vaya de Van xweşmêra destê xwe avêtin Baxê van mîratê fîşenga Pakêtê xwe deranîn Li devê derê Qesra Hecî Mûsa Begê Siwara dest bi dest Devê mîratê modoliya Bi hev ve danîn Wele qapsûna fîşeka Sidîqê Lawê Mustefa Begê qelp kir Ji canim Xwedê ve Mîratê derba xwe hilnanî Berxê mala Ûsuvê Seydo Li nava meydanê derbekê Li eniya wî dabû Qapaxê serê wî bi carek hilanî Bi sê denga dikir gazî digo Kero helhel ez bavê te Gula Mala Ûsuvê Seydo me Şan û şûtê me Li dunyayê gelek hene

Em ê daîma mêra Li orta meydanê dikjin Hay lo ca bi mêranî

( serê vê kilamê bi van malikan dest pê dike di bandê dawiyê de) Gidî wî xawo axawo Axawo axawo wey axawo Êlê berxê bavê mino Egîto xweşmêro yarimşawo Nav û dilê ji hesin e Beden û gurçikê te ji polawo Le mehkûmo firaro eşqiyawo Ketiye serê dax û çiyaywo Le îsal çendik û çend salê te qediyawo Tu ê ketiyê pêşiya Eskerê yedincî qolordiya Diyarbekir Sê alahiyê Mûşê Pênc çetê Bilîsê Firqa vê Tetwanê Berxê bavê mino Çima nereviyawo Axawo de mere berxê bavê mino Giran e şerê Beg û begler û kurmancê Welatê me xayin e Bitaqîb e çima ji me venagere Gidî wî axawo axawo Axawo axawo wey axawo Êlê bavê bavê mino Sahera sibê ye Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketime Sibe ye ji xemanê dilê min û te re Lo wa ye me li ger e Na na wele sibe ye Min bala xwe dayê Min dî selefê siwara Ji jêr da derketin Serê siwarê pêşî siwarekî serxweş e Tim û daîma navluya tivinga xwe Dajo ji pê re Bi leqeba kurmanciyê Jê re dibêjin

Berxê mala Ûsuvê Seydo Seydxanê Kwer e Le şane û şûtê vî xweşmêrî Li dunyayê gelek hene Roja şer û yoxilmê giran Li orta meydanê Tim û daîm dikeve Pêşîka çar alayê eskerê Romê Lo bavo mêra dikuje Nahêle kesikî di kozika xwe de tevbigere Min dî Seydxan bi sê dengan dikir gazî Li Sidîqê lawê Mustefa Begê Digo lo lawo malxerabo Em mahkûm û firar in Barê me qaçax e Ji êvar de berê me ye Li xeta Firengistanê ye Hema destê min ê li dawa te be Destê te li dawa Hezretî pêxember be Lo lawo li vî welatê Serhedê Tu ê qetil û qutûlê bi me nekî Wele tu ê pêşîka siwarê Mala Ûsuvê Seydo berde Îro bira pêşiya qaçaxê me here Sidîqê lawê Mustefa Begê Bi sê denga dikir gazî Digo Seydxano wele nabe Bi sî cuzu Quran kim nabe Bi Şêx Badînê Erza Dudukê Bi Tekmanê Gola Nadukê Bi ziyareta Qolî Baba kim nabe Min ê îro sond xwarî Bi telaqê cotê xanima Qaçax û firarê Mala Ûsuvê Seydo Bêqetil û qutûl bi selametî Bi ser min re derbaz nabe Axawo de mere Berxê bavê mino giran e Şerê beg û begler û kurmancê Welatê xayin e bitaqîb e Çima ji me nagere

Gidî waxawo axawo

Axawo axawo wey axawo Erê bavê bavê mino Sahira sivê ye Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê Kêşa newala Seyda ketime Sive ye ji xemanê dilê min û te re Lawo şer e li birinciya Na na wele sibe ye Min bala xwe dayê Esker giran e derketiye Ji Vartoyê ji Gumgumê Ji Xelatê ji Welcewazê Ji qolordiya Wanê Bi makîna bi cemsa bi cîba Ji êvar da bi ser me de dikişiya Na na wele min bala xwe dayê Li pey me dibû Leqeleqê waxirmakîna Hurmînê gulê topan Nalînê birîndara Ji êvar da di biniya me da Tê şîrqînê mîratê çapiliya Na na wele min dî Seydxan bi sê denga dikir gazî Digo lo lo Tewfîq û Silhedîn Elîcan Hûn ê beşera çavê bavê min in Ji mêra mêrî çê bin Hûn ê destê xwe bavên Qevdê mîratê malmanîka Mînanî carê cara Xwe bigihînin xendeqê Mîna cara şewitî Erkîtebiyayê Na na wele li jorê Ji Xwedayê min ve eza û besîr e Me kir nekir Bi hêvî û lomekaran Me xwe ji destê Beg û begler û kurmancê Welatê bênamûs dernanî Hema bira temîniya min li we be Hûn ê berê tivingê xwe Nedin bejn û bala eskera Eswker gune ne emîqulî ne Kurê xelqê ne Lawo çavê dê û xwing û Nîşanliyê wan li rê ne Hema hûn ê vê sibengê Berê tivingê xwe Bidin bejn û bala

Teresê zabita Yuzbaşiya bînbaşiya qumandara Pê da pê da teketekê şirîtliyê Min dî Silhedîn Bi sê dengan dikir gazî Digo lo lo Seydxan bînbaşiyê lawika Bila mala te xerav be Serê siba Xwedê da Ez bala xwe didimê hisa te nayê Borîna te mîna carina nayê Ez ê nizanim vê sibê Li orta meydanê Serê kekê min çi hatiye Lawo dîsa çi ciriyaye Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazî Digo lo lo Silhedîn Tu beşera çavê bavê min î Min ji te re go Tu xwe şaş meke Xwedayê min pê zane Ji êvara Xwedê da du hev elemanî sê hev modalî Ji xwe re li orta meydanê Sekinîne diçiriya Axawo de mere Berxê bavê bavê mino giran e şer e Le beg û begler û kurmancê Welatê xayîn e bitaqîb e Çima ji me nagere

Gidî wî axawo axawo wey axawo Erê bavê bavê mino Sahira sibê ye Ez ê bi diyarê Tayê Taloriyê Kevirê Kelereşê newala Seyda ketime Sibe ye ji xemanê dilê min û te re Dîsa şer e bimêrg û kanî Nana wele sibe ye Min bala xwe dayê Esker giran e derketiye Ji Vartoyê ji Gumgumê Ji Xelatê ji Welcewazê Ji qolordiya Wanê Bi makîna bi censa bi cîba

Hatin ser Tayê Taloriyê Sibe ye erd hilanî Min dî Seydxan Bi sê dengan dikir gazî Digo lo loTewfîq û Silhedîn Elîcan Hûn ê beşera çavê bavê min in Ji mêra mêrî çê bin Destê xwe bavên Qevdê mîratê vanmalîka Mînanî carê cara Em ê bi hevdu re lê xin Ca bi mêranî Na na wele li jorê Ji Xwedayê min aza û besîr e Me kir nekir Bi hêvî û lomekaran Me xwe ji destê beg û begler û kurmancê We ni bênamûs dernanî Seydxan bi sê dengan dikir gazî Digo lo bira Tewfîqo Di bextê namûsa te da me Hema serê vê sibê Li orta meydanê Ji kuştina Sidîqê Lawê Mustafa Begê re Hay lo ca tu çawan î Divê hê gotin di devê vaya de bû Van xweşmêra destê xwe avêtin Baxê mîratê fîşekan Pakêtên xwe deranîn Li devê derê qesra Hecî Mûsa Begê Siwara dest bidest Devê mîratê modaliya Havo hevo bi singan ve danîn Qapsûna fîşeka Sidîqê lawê Mustefa Begê qelp kir mîratê Ji canip Xwedê da Çima derba xwe hilnanî Tewfîqê birê Seydxan Berxê Mala Ûsuvê Seydo Li erefa nîvê meydanê Derbekî li nîvê eniya wî dabû Qapaxa serê wî bi carek hilanî Heyla lê dayê li ser meyitê wî sekinî Sê cara nav li xwe dida digo Kero helhel ez bavê te

Gula Mala Ûsuvê Seydo me Le şane şûtê me Li dunyayê gelek hene Gurê serê çiya ne Li hemberê dorduncî ordiya ne Heyla li vê erda xerîv û nenas Em ê tim û daîm Qebraxê mîna te Li orta meydanê Bikujin ca bi mêranî Axawo de mere Berxê bavê mino giran e şer e Le beg û egler û kurmancê Welatê me xayîn e bitaqîb e Çima ji me nagere

18. QENDÎLA

MIN

Cureyê vê, ji aliyê hunerî ve stran e. Kê ev çê kiriye ne diyar e. Ji stranên weha re gelêrî diê gotinê. Teşeyê helbestê yê nezmî çarîn e. Bi pîvana kîteyî hatine ristinê rêzên berhemê. Herweha qafiyeya wê jî, hema hema giş bi heman peyvan hatiye tekûzkirinê. Qendîl û qendîl û qendîl Qendîl û qendîlê min Qendîl û qendîl û qendîl Kubar ka mendîlê min Wer welatê min bi teyare Qendîl û qendîlê min Wer welatê min bi teyare Kubar ka mendîlê min Peya bûne li ser minara Qendîl û qendîlê min Peya bûne li ser minara Kubar ka mendîlê min Dikim hene li yara Qendîl û qendîlê min Dikim henekê li yara Kubar ka mendîla min Hatim kilê te bazir kim Qendîl û qendîlê min Hatimkilê te bazir kim

Kubar ka mendîlê min Çima ez bextê xwe xera kim Qendîl û qwendîlê min Çima ez bextê xwe xera kim Kubar ka mendîlê min Heva kilê te bi hezar kim Qendîl û qendîlê min Heva kilê bi hezar kim Kubar ka mendîlê min Wer welatê min bi dolmîşê Qendîl û qendîlê min Wer welatê min bi dolmîşê Kubar ka mendîlê min Cotê zerya dane şîşê Qendîl û qendîlê min Cotê zerya dane şîşê Kubar ka mendîlê min Ketim tora vê dergûşê Qendîl û qendîlê min Ketim tora vê dergûşê Kubar ka mendîlê min Hat welatê min bi tengerê Qendîl û qendîlê min Hat welatê min bi tengerê Kubar ka mendîlê min

19.

WER HINE

Cureyê xwe stran e. Mêjûya xwe ne belî ye. Gelêrî ye. Di dawetan de, dema destê bûkê an destê zavê hine dikin, li ser serê wan diê gotinê. Pîvana helbestê pîvana kîteyî ye. Teşeyê wê yê nezmî jî çarîn e. Qafiyeya wê, zengîn e. Hine hine hine hevalê Hine hine hine delalê Êvara hinê yo hevaê Êvara hinê yo delalê Bûk hatî hewşê yo hevalê Bûk hatî hewşê yo delalê

Şewtî dilkê dê yo hevalê Şewtî dilkê dêyo delalê Hine hine hine hevalê Wer hine hine delalê Hine hine hine hevalê Wer hine hine delalê Hine di deştê kin hevalê Hine di deştê kin delalê Bi kulça avê lê kin hevalê Bi kulça avê lê kin delalê Li destê zavê kin hevalê Li destê zavê kin delalê Li koma dorê kin hevalê Li koma dorê kin delalê Wer hine wer hine hevalê Wer hine wer hine delalê Hine hine hişne hevalê Hine hine hine delalê Hineka Diyarbekir hevalê Şewitiya Diyarbekir delalê Ecila me çê kir bi şîr û şekir hevalê Çê bû bi şîr û şekir delalê Destê zavê vekin hevalê Destê zavê vekin delalê Li koma dorê kin hevalê Li koma dorê kin delalê Wer Wer Wer Wer

hine wer hine hevalê hine wer hine delalê hine wer hine hevalê hine wer hine delalê

20. WEY DOLABÊ Ev berhem jî, ji aliyê cureyê xwe yê wêjeyî ve, stran e. Gelêrî ye. Di dawetan de diê gotinê. Bi pîvana kîteyî hatiye hunandinê. Teşeyê nezma wê jî çarîn e.

Wey dolabê dolabê Min bi heyrana dolabê

Wey dolabê dolabê Min bi heyrana dolabê Dolaba ji tara darê Wey dolabê dolabê Dolaba ji tara darê Min bi heyrana dolabê Min ristî ji hiriya karê Wey dolabê dolabê Min ristî ji hiriya karê Can dolabê dolabê Keçikê ku da derî Wey dolabê dolabê Xweşikê ku da derî Can dolabê dolabê Doza Huseynê Farê Wey dolabê dolabê Doza lawikê Farê Can dolabê dolabê Ha bi dolabê dolabê Wey dolabê dolabê ------ -(ev dera stranê bi kilamkî diê gotinê.) ay lê sebrê min go navê delalîka dilê min Elîf e min bi heyranê devlikenê fîstansorê dorqedîfe na na wele gava berê meriv dikeve mala bavê delalîka dilê meriv mîna berê meriv têkeve Meka mukerem Medîna muawer erdê muqedes topraxê Şamêşerîf e ax eman eman eman lê sebra min î _____ ay dolabê dolabê way dolabê dolabê wey dolabê dolabê min bi heyrana dolabê seriya malê me bidar e ay dolabê dolabê biniya malê me bidar e can dolabê dolabê

karwan têye bi xar e wey dolabê dolabê karwan tê ye bi xar e can dolabê dolabê barê karwan hinar e wey dolabê dolabê barê karwan hinar e can dolabê dolabê eger dema te hebe wey dolabê dolabê eger dema te hebe can dolabê dolabê dunya gişt dost û yar e wey dolabê dolabê dunya gişt dost û yar e can dolabê dolabê

21. DESTANA SER “YADOYÊ DIMILΔ Wateya vê kilamê pur û pur zêde ye. Dengbêjê me ev kilam, ji kê derê bidest xistiye zav meraq dikim. Bi rastî kesî ku serpêhatiya vê kilamê bigota min, tenê Xwedê dizane ka dê çendîn kêfa min bihata. Di kilamên Kurmancî de ew çend li ser Dimiliyan gotin naêne stranê. Her çendî di serhildana Partiya Azadiyê de, ciyê lehengên xelkê Dimilî zav mezin e jî, dîsa meriv rastî kilam û lawijên ser mêrxasiya gelê Dimiliyan naê. Gava ez çav bi navê “Yadoyê Dimilî” ketim, tavilê bi tundî ramiyam. Çavkaniyeke ku ez pê de biçûma nîn bû. Mala Xwedê ava û mala televizyona me ava be. Di bernameya “Welatê Me Kurdistan “ de ez rastî vê yekê bûm. Êdî kêf li min bû berî. Yadoyê Dimilî, mêrxasekî dewra Şêx Seîd e. Di pey têkçûna têkoşîna neteweyî ya Partiya Azadiyê (PA) de ku di salên 1925 an de qewimî bû, Yadoyê Dimilî, terka çiya nedabû û şerê xwe li dijî dagirkerên Kemalîst ajotibû. Di pey dîlketina serokê serhildanê de, ew xwe radestî dijminan nake. Bi lehengiyeke şanaziyane li ber xwe dide. Çi heyf e ku bi bextereşî diê girtinê û kuştinê. Gonîka jêrîn û jorîn herêmên bajarê Çewlikê ne. Cureyê kilamê lawij e. Bi qafiye ye. Xwedî teşeyê nezmeke nêzî pexşanê ye. Herweha pîvana berhemê jî serbest e. Diê gumankirinê ku gotinên wê, ji devê jinan hatibe girtinê. Nemînim nemînim nemînim ji te re Wele tu yê darê dîwanê belê Komê xulam û xizmetkara cotê xanima Qesr û qonaxê Gumguma kamil Bêxwedî bihêlî ji kê re Weyla waxawo şereka li me çê dibû Li Gonîka jêrîn û jorîn Li serta Somerê Hafa Qizilçubuxê ma bikele ye

Na na wele min ê Bal û dêhna xwe berdayê Min dî ji êvara Xwedê da Li ser serê peyayê mala Xelîl Dîsa şer e qal û qewxe ye Na na wele li min porkurê Min go giran e dengê mîratê Bêşatêşan û gawursustema Ji êvar da ketiye Gonîka şewitî Helfê çiyê ji pê re Bûye law xelxele ye Bira kula Xwedê bi sê kul be Têkeve berê Reşîtê lawê Serhed Sebeba şeytanê dunyayê Derbekê bera bedena Bavê Silhedîn gula xorta dabû Na na wele Xwedayê min pê zane Li erefa meydanê Sekinî Yadoyê Dimilî Siwarê Nîgarê kilê çavê Têliyê tevî şahê xorta Teyrê ecelê Sadûn e law bêselhe ye

Weyla waxawo şereka li me çê dibû Li Gonîka jêrîn û jorîn Wele li seksa Somerê Hafê her du ava Li xopana Qizilçubuxê Me bi dar û bî ne Minê vê sibê Bal û dêhna xwe berdayê Min dî qeflekî Siwarê mala Xelîl Wele vê sibê siwar e Ketine hafê çiyê Ji xwe re ge dixarînin Law ge dilezînin Bira kula bi sê kul be Têkeve berê mala Reşîtê lawê Serhed Derbekê bera bedena Bavê Silhedîn dabû Wele ji êvar da Bi du gula birîndar e Halê wî tu nîne Min bala xwe dayê Li erefa meydanê sekinî Yadoyê Dimilî siwarê delû Nîgarê

Kilê çavê Têliyê Tevî şahê xorta Teyrê ecelê Sadûn e law çavhêşîn e

22. DESTANA SER FERSENDE BEGÊ KU LI ÎRANÊ QEWIMIYE Ji desteyên fedaî yên Cemiyeta Xoybûnê Fersende Beg, bi awayekî berê xwe dide aliyê Îranê. Li wê derê eskerê Ecem li hemberî wan dertên. Şer derdiê. Dengbêjên herêma Serhedê li ser lehengiya wî û hevalên pê re kilamên pesindarî gotine. Yek ji wan kilaman jî ev e. Hevalên bi Fersende Begê re, Keremê Qolaxa û Xalisê Ûsuv Begê ne. Jixwe ev Silêmanê Ehmed, malbavanê Fersende Begê ne. Vêca Bavê Kazo ku hatiye hawar û gaziya Fersende Begî kî ye, heta nuka em pê serwext nebûne. Heman kilam ji aliyê geleg Dengbêjên dinê ve jî, bi newayên rengecihê tê gotinê.

Axawo li min li min li min li min Heyla lo mîro şereka li me çê dibû li hewşa Serayê Qalekî giran li me daketiye li kavilê Emir Tumana şewitî Vê sibê dîsa li semta vê kaniyê De na na wele min ê vê sibê bal û dêhna xwe berdayê Min dî ji êvara Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Ehmed Keremê qolaxa tevî Xalisê Ûsuv Begê Wele xweş tê dengê mîratê topan û mîtrelosa Cebilxanan û gawursustema Hermaniya Dibû gurmîn nalîn û zarîna vê boriyê De hûn ê lê xin de bavê bavê mino hûn ê lê xin Rabe kekê mino hûn ê lê xin Hûn ê destê xwe bavêjin qayişê mîratê gawursustema Qondaxê modalîka çar tiliya li erdê xin Wele hûn ê şemdana bitefînin mûma vêxin De na na wele

Xwedayê min pê zane Ji berê û berê da mehkûm firarê destê Roma teres in Xalisê dînê xwe ne canfîdayê mala şêx in Axawo li min li min li min li min Lo lo lo mîro şereka li me çê dibû li hewşa Serayê Qelekî giran li me daketiye li kavilê Emirtumana şewitî dîsa li hember e De na na wele wez ê vê sibê bal û dêhna xwe didimê Min dî ji wêvara Xwedê da Li ser kozik û meterisê Silêmanê Wehmed Keremê Qolaxa tevî Xalisê Ûsuv Begê Xweş tê dengê mîratê topan û mitrelosa Cebilxanan û gawursustema hermanliya Vê sibê min yeqîn e şer e De na na wele min dî Besnayê Wê gavê li erefa nîvê meydanê Bi sê denga li Fersende dikir gazî digo Lo lo Fersende te malikxerabo Ocaxê te korbûyo wele wezê Besra me qîza Eliyê Ecem qîza heft bavê çê me Wez ê dergûşa ser destê xwe bikim qurbana nav û namûsê Mala Emer e Ez ê çi bikim Bavê Kazo sond xweriye bi sondê temam Hetanî serê şahê Îranê papaxreşê qeceran jê nekim Tu carî venagerim mîrê min de yo yo (TÊBINÎ: Ev kilam bi du awayan ji devê dengbêj hatiye girtinê.)

23. KILAMA SER MALA ÛSUVÊ SEYDO KU LI BISMILÊ ŞER DIKIN

Tewfîqê ku birayê Seydxanê Kwer e, li Çiyayê Taloriyê, bi xayintî, ji hêla Mala Emerê Mihê ve, ku eşîra Xiyaniyê ne, diê kuştinê. Zar û zêçên wî jî, dîl digrin, didine destê eskerê Turkan. Peyayên Tewfîq jî, berê xwe didine binê xetê. Li binê xetê Silhedîn çawa ku pê dihese, radibe karê xwe û şerê Mala Emerê Mihê dike. Li li mala Seydayê Borîzan e. Şêx û axayên fermanlî hemî li mala wî ne. Ev ji Silhedîn re dibêjin heyra nuha bisekine em hinekî keysa xwe xweş bikin pey re em li çareyekê bigerin. Silhedîn goh nade tew yek kesî dibê tu çare û mefera ku ez yek rojekê jî bi vê janê îdare bikim nîne. Dema ev giregir û rûspiyên ha dibînin ku tewş e, Silhedîn ne yê seknê ye, Şêx Evdirehîm, Şêx Cemîl, teymenê Laz û Şêx Mîsbeh, radibin pê re kar dibin. Berê xwe didine aliyê Çiyayê Xiyaniyê ku biêne heyfa Tewfîq, ji esatê serê wî bistînin. Lêbelê heta xwe digihêjin Bismilê, xayin bi wan dihesin, giliyê wan dikin. Şer dertê di navbera wan û esker de, hemî têne kuştinê. MALÛMATÊN MALMISANIJ............... Lawij, bi awayekî trajîk li ser lehengî û bêkesiya wan hatiye gerandinê. Ji aliyê mijara xwe ve hem epîk e hem jî lawijî ye. Ev kilam ji aliyê gelek Dengbêjên welêt ve, bi newayine cihêreng tê stranê. Guheroyên heman kilamê jî hene.

Gidî heyla axawo weyla waxawo heyla waxawo Weyla dayê bêkesiya şikeftê Kanikê Geliyê Hesika Deşta Baştagê Qizilbaşê dora Bismilê bekçiyê wa ciyê Seletê vê Sînanê Weyla kula Silêmanê Evdilqadir Tuba spiyê Silîva Emerê Mihê Xiya Di dil de mawo Gidî heyla waxawo Wele min go dilê min evdala Xwedê Ji dilê metê maqulo gorî Dilê min evdala Xwedê ji dilê metê Min dî sêzde peya çarde peya derketine ji axa û axalera Wele Ji şêxan û ji beglera ji Dirbesiyê Li min porkurê vê sibê ji tacdalika binê xetê Wele van xweşmêra xwe girê dane Bi çek û sîleh û edalê binê xetê Heyla li min porkurê vê sibê ji xwe re Derbazbûne Turkiyayê serê xetê Derê heyla lê dayê Bira kula Xwedê bi sê kula be Wî lo têkeve berê mala

yuzbaşiyê yedincî qolordiya Diyarbekir Wele bi eskerekî giran xwe berdane Girê Heso û Şûjino li Gola Emo gamêşa Li Fetê Şewlîkê li çola Çetelê li deşta Mereda Li Newala Zilikê li kêleka Elodîna Li navbêna her du ava Hawara Xwedê ji êvara Xwedê da derketine taqîbatê Derê heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawo Maqulo gorî dilê min evdala Xwedê dilekî dîn e Heyla lê dayê rebenê dilê min evdalê Xwedê dîsa dilekî dîn e Bira rebê alemê mala Silêmanê Evdilqadir Vê sibê dîsa li mîrata bigerîne Hema berê xwe dida qeza Bismila şewitî vê sibê ji xwe re Hêdî hêdî yawaş yawaş dîsa lawo dilezîne Heyla lê dayê dîsa bi ewr axikî li tanga Mehkûm û xweşmêrê binê xetê dişidîne Wele li temamê dar û qereqolê Bismila malikwêran digerîne Bi şeveqa serê sibê ra li ba yuzbaşiyê cendirma li min porkurê Mor û îmza lê dixîne Ê lê Silêmanê Evdilqadir digo de lo lo yuzbaşiyo Wele tu yê pirs û sewala van mehkûm û xweşmêrê binê xetê ji min dikî Bi sonda qesemê tu yê du hev mufreza bişînî Pey Ûsuvê Rihîmê Eliyê Şarê bînî Hawara Xwedê li min porkurê

Wê salixdanê van xweşmêra îro ji te re bêjin kî û kî ne De na na wele gava Silêmanê Evdilqadir wer dibêje Le yuzbaşiyo lez dike dilezîne Demir û du dara rasto çepo dişidîne Du hev mufreza dişîne pey Ûsuvê Rihîmê Eliyê Şarê tîne Heyla lê dayê berê van xweşmêra da qawişê cendirma Tewlê hespa nezareta di jêrîn e Na na wele lingê van xweşmêra dikir qayişê tivinga Li min porkurê mîrata qerebaşê bi ser wan de dileqîne Wele Ûsuvê Rihîmê bi sê denga dikir qarîn digo Lo lo yuzbaşiyo malikxerabo tu yê Pirs û sewala van mahkûm û xweşmêrê binê xetê ji min dikî Lo bi sonda qesemê serekê wan Cemîlê Seyda ye Wê bi pey re torinê mala Ûsuvê Seydo Silhedîn e Lo yê sisiya torinê Şêx Boka Şêx Mîsbeh lawê Şêx Nûredîn e De na na wele tu yê pirs û sewala ciyê rûniştina van mahkûman ji min dikî Wele ji êvara Xwedê da wa ne rûniştî ne Li Girê Heso Şûjino li Gola Emo Gamêşa li Fetlê Şewlîkê Li çola Çetelê li deşta Meredarê li newala Dirikê li kaniya Kolanê li kêleka Elodîn Li navbêna her du ava ji êvar de ji xwe re di nav zilikan de rûniştî ne

De na na wele şan û şûtê van xweşmêra li dunyayê gelek hene De roja şer û yoxilmê giran Gava destê xwe davêjin qevdê mîratê modalîka qasatora fîdaliya martiliya Ji erdê hiltînin Le tim û daîma alahiya eskerê hukûmatê dişkînin Hawara Xwedê komê hevala ji nava şer dertînin Derê heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawo Heyla lê dayê min go dilê min rebena Xwedê dil didayê Maqûlo darê dilê min evdala Xwedê dîsa vê sibê dil didayê Le bira rebê alemê bişewitîne mala bekçiyê wa ciyê Seletê wê Sînanê Le şeveqa serê sibê ra berê xwe dane qeza Bismila şewitî Li min porkurê nêzîkî qolordiya Diyarbekir telefona elam danê Wele giran e eskerê dewletê Derketibû yedincî qolordiya Diyarbekira şewitî malxerabo Lo lo lawo dîsa bi cebilxane Wele dibê berê vî eskerî dane li Girê Heso Şûjino Li Gola Emo Gamêşo li Fetê Şewlîkê li Çola Çetelê Li deşta Meredanê li Newala Dirikê li kêleka Elodîno Navbêna her du ava dor li van xweşmêra girtine Temamê esker ji xwe re mewziyê xwe kolane De na na wele bi emrê Tabûr qumandanî bînbaşî Divê temamê esker gava dor li van xweşmêran girtin

Ji xwe re çaralî bi kibrîtan û çaqmaqan germe didanê Le meha temûz û tebaxê orta meha havînê Tu were min û diyarê gola vê xwîdanê Le roja mêraniyê li meydanê qewimiye şerê van xweşmêra Ji derba derbedumanê nabîne derba vê nîşanê Le heyla waxawo weyla waxawo heyla waxawo Weyla dayê bêkesiya şikeftê Korikê Geliyê Hesika Deşta Baştagê Qizilbaşê dora Bismilê bekçiyê aliyê wî Seletê Sînanê Wî la kula Silêmanê Evdilqadir Tûma Siphiyê Silîva Emerê Mihê Xiya Di dil de mawo 24. KILAMA SER DILAN Ji aliyê mijara xwe ve li ser dilketinê ye, kilamkî ye. Ango cureyê vê helbestê kilam e. Xwedî pîvan, qafiye û teşeyekî nezmî ye. Herçendî ne pîvana kîteyî be jî, pîvana xwe di nava rêzan de heye. teşeyê berhemê jî, di navbera nezm û pexşanê de ye. Zimanekî gelî yê zelal û xweş, xwe di rêzên vê helbestê de, rayê me dide. Gotinên vê kilamê hem ji devê lawikî, hem jî ji devê keçikê hatine girtinê. Bi gotina gelî, ev kilama dilika ye. Lo lo lawiko min go bejna zirav e ji dara sêvê Were li min ji dara sêvê Lê dayê li min ê min bala xwe dayê kubarê binê malê Ji orta mehelê derket û saqoyê wî yê li nava milê wî da bû Simbêla palekirî pêl bi pêl bûye xwe berdaye lo ser yan e Bira rebê alemê biqedanda muradê muradxwaza Der û cîrana heval û hogira ê min û qama kinik bejna zirav Ji pazdê meha Gulanê bi şûnda şeş meha yek carekî Heyla lê dayê rebenê wexta çêlek danê

sibê pez hatiye Ax tevî berîvana ser delavê Ax lê eman gidî hey lê xayino Xemê Lê lê Dîlber heyra min ê digo sibe ye Min dî vê sibê ref hatine ax lê lê bi giranî Gidî li min lê bi giranî Lê dayê rebenê min bala xwe dayê Min dî vê sibê xwe berdane Çemê Cizîra Bota li zozanê bavê gewra min danî Heyla lê dayê rebenê sibe ye min bala xwe dayê Min dî kubara min î malê rabûye ji Birca Belek Min dî xwe leqand û heyla lê dayê rebenê cotê satil li erdê li xwe hiltanî Li erdê binîka mala bi dizîka li min disekinî Min dî çembilê xwe leqand û çav û biriyê reş û belek ji mi re ax lê bir û hanî Digo lo lo lawiko bira kula Şamê Helebê di mala qebraxê bavê te keve Kanî soz û bextê min û te sala par vî çaxî Bona xatirê dilê rezîl ax lo me berdanî Hema te yê kirî terka bejna min a zirav kilê li çava xopana gundê me ra Ez ê ji kotî heramî jindokî mêrê xirav ax lo dilo rezîl bûm kevanî Ax weman eman gidî weman Lo lo lawiko min go sibe ye min dî roka gundê me hilat û ax lê lê silavê Min bala xwe dayê gundiyan û maliyan

sîtil û teştê xwe hilanîne Berê xwe dane mehela jêrîn Kaniya Jina kirasşoyê cilşûştinê ax lo li baravê Xelkê cilê delalîkê dilê xwe dişo bi sabûnê bi gulavê Wezê cilê bêmalê dilê xwe bişom bi bêhna misk û emberê Çîçekê buharê bêxwedîka ax lê lê xunavê Eger ji gamêşê kar û xezalê gundê me neba Min ê sî şêbiskê xwe ji te re şe bikira berda nava cotê memika heta navê Eger xelkê bigotana Dîlberê malikxerabê çi bû çi ciriya Min ê bigota gundîno malîno Xwedê hebîna hûn ê loman û gazinan ji min nekin derdê dila gelekî zor e Ji bona xatirê wê xeberê wê gazinê xwe lê wê sinayê Xweda min ê bi rehma xwe ne mîna carê cara Ez ê qasekî li kêleka qama kinik bejna zirav rûniştama Ji êvarê heta kasima şeveqê sitêrka sibê ax lo li me bavê Ax weman eman gidî weman

Lê lê Dîlber heyra min ê digo payiz e min dî ewran li esmana serê xwe deranî Lê dayê rebenê min bala xwe dayê serê çiyayê û deşt û zozan Dar û devî spî bûne ji xwe re ji berfê kemer danî Ez ê bi qurbana bejna te ya zirav dev û lêvê çav û birûyê reş û belek bibim Çi hewce ye ku îro

kila Subhanî jê ra bûye ax lê lê bargiranî Ax weman eman hey lê lê wez fermanlî me lê ez qaşkolî me Xelkê heyr û muheyirê mal û milkê dunyayê dunyalikê Wez ê bi qurbana bejna zirav dev û lêvê çav û birûyê reş û belek bibim Fîstanê qedîfe qîza malxeraba wê dozbenda ax dormalî me

25. DESTANA SILOYÊ SANIKÎ Ev helbesta seyr, li ser mêrxasî û jêhatîbûna Mala Tûjo ye. Di navbera giregirên bi navê Ehmed Begê û hevalê wî Selaman Begoyî û Mala Tûjo de şer derdikeve. Mala Tûjo li aliyekî ne; Ehmed Begê digel Selman Bego jî li aliyekî ne. Li aliyê Mala Tûjo, mêrxasekî bi navê Siloyê Sanikî heye. pê re jî eskerên wî hene. Gotinên pesindanê, bi giştî li ser lehengiya Siloyê Sanikî û eskerên wî ye. Cureyê wêjeyî yê vê helbestê, herçendî nêzî gotinên lawijî be jî, em dikarin bibêjin ku bêtir nêzî cureyê wêjeyî yê destanî ye. Pîvan, qafiye û nezmê berhemê jî, di dirûvê Wêjeya Devkî de ne. Teşeyê vê helbestê yê vê helbestê, nêzî pexşanê ye. Di navbera teşeyê nezmî û pexşanî de ye.

Derê hayla hayla lo bira Wî de lê lê dayê dêranê sibe ye Wez ê bi diyarê Qurîngolê bi Neferê diketim Min bala xwe dayê ji êvar de giran e bi ser me de bîna libes e Ehmed Begê bi sê denga dikir gazî digo De lo lo Selman Bego serê bîst û yek bavê min bi qurban be Le tu bala xwe bidê vê sibê Dengê nalînê birîndara li hafa bavê min lo li semta rê tê Birawo mere serê xwişkê bi qurbano dîsa giran e şer e Lo lo keko lo bira min ji te re nego tu mere serê wî tehtikî Hirşê devgeniya gamêşê golgeniya

Her çî di nava gorî berana de berx e ma lo Na na wele li orta meydanê Gava çavê meriva bi çavê vî zalimî dikeve Ez ê ji we re sond bixwim bi sonda qesemê Mîna bîhna sekerata mewtê li pozê meriv bixe Li orta meydanê meriv ezraîlê xwe bi çavê serê xwe bibîne Birawo mere serê xwişkê bi qurbano dîsa giran e şer e Lo lo keko lo bira min ji te re nego Tu mere şerê Siloyê Sanikî Kesê ku here şerê Siloyê Sanikî Ez ê ji te re sond bixwim bi sonda qesemê Ji mala xwe da bi kêf û şahî derê Wî lawo bi selametî venagere lo were mere Derê hay lo hay lo hay lo bira Wî de lê lê dayê dêranê sibe ye Wez ê bi diyarê Qurîgolê bi Nefelê diketim Min bala xwe dayê sura bayê bûna ji xetê Ji êvar da bi ser me da helan e dîsa dilîlîne Ehmed Begê bi sê denga dikir gazî digo De lo lo Selman Bego serê bîst û bavekî min bi qurban e Le tu yê vê sibê rabe dîsa zû bike bilezîne Kihêl û malekiya ji tewlê bikişîne Teng û berê wan bişidîne Wele tu yê standarta kekê xwe di biniyê wan de bîne De tev nede dayika me axtiyar e li aliyê malê raza ye Berxê bavê mino tu ê vê sibê şiyar meke Lo lawo vî şer

û talanê giran mehesîne Lo lo keko lo bira serê siba Xwedê da Ez bala xwe didimê dengê van tivinga dengê tivingê zarûk û marûka ne Wele dengê van tivinga dengê tivingê Mala Tûjo şerekî giran e Şerê Siloyê Sanikî hirçekî bi sê birîn e Lo lo keko lo bira wele kesekî nizane nîşanê eskerê Siloyê Sanikî bi çi teherî ne Ew kesê eskerê Siloyê Sanikî be Serê wan papax e devê cunaxê nava milê wan elesorê Esawî ye Besrawî ne Na na wele di lingê wan de gîzme şiftelî ne Tivingê destê wan temamê ji ê kuçukçapê Romê modalî ne Wele siwarê wî siwar dibin peyadar in Ji xwe re ketine serê daxan û çiyan Mîna eskerê hukûmata Romê dikin bikişf û qollî ne Lo lo keko lo bira ez serê siba Xwedê da Bala xwe didimê Dengê van tivinga dengê zarûk û marûka nîne Wele dengê van tivinga dengê tivingê Mala Tûjo Şerekê giran e şerê Siloyê Sanikî bi sê birîn e Lo lo keko lo bira min ji te re nego Tu mere şerê Siloyê Sanikî Hirçê devêgeliya gamêşê golgeniya Hêçê zilama berxê berana Na na wele li orta meydanê Gava çavê meriv li çavê wî zalimî dikeve Ez ji we re sond bixwim bi sonda qesemê Mîna bêhna sekerata mewtê li pozê meriv bixe

Li orta meydanê meriv ezraîlê xwe bi çavê serê xwe bibîne Birawo mere serê xinga teb i qurbano dîsa giran e şer e Lo lo keko lo bira min ji te re nego tu mere şerê Siloyê Sanikî Ew kesê ku here şerê Siloyê Sanikî Ez ji we re sond dixwim bi sonda qesemê Ji mala xwe bi kêf û şahî derê Ji wir da nahê bi selametî venagere

26. QEMERÊ Ev helbest, berhemek e ji Wêjeya Gelî ye. Ji beşên Wêjeya Gelî ya Kurd, Wêjeya Gelî ya Gelêrî ye. Em ji berhemê tê digehîjin bê ka çi taybetiyên vê hunerê hene. Kesê pêşî yê ev helbest deraniye ne diyar e. Herçendî belî be jî, di dûr û dirêjahiya demê de, navê vî wêjevanê wenda bûye, hatiye jibîrakirinê. Bûye malê hevpar ê gelî. Ev hilberînên hevpar ên gelî, Wejeya Gelî ya Gelêrî pêk diêne. Ev berhem, di nava demê de, ku belavî deverên cihê cihê yên welêt bûye, bi taybetiyên herêman teşe girtiye. Êşên hevpar ên civakê, şîn û şahiyên civakê, bêrîkirinên civakê û cihêrengiya civakê, bi sedsalan zindî girtine. Gehîştandine heta roja me ya îroyîn. Hilberînên Wêjeya Gelî ya Gelêrî, çend jê ev in. Manî, lorîn, kilam, destan, qinîk, tiştanok, çîrok, gotinên pêşiyan, pêkenî, efsane û lawij... Zimanê vê helbestê xwerû, zelal, zimanê axivînê yê gelî ye. Teşeyê vê helbestê jî, ne çarîn e lêbelê, di nava pexşan û nezmê ye. Pîvana xwe jî nêzî pîvana kîteyî ye. Bêtir xwedî qafiyeya zengîn hatiye bikaranînê. Ji aliyê mijarî ve bi giştî li ser evînê ye. Gotinên kilamê ji devê zilamî hatine girtinê. Qemerê qemerê qemerê qemerê Şirînê qemerê devlikenê qemerê Çawişa qîzan û bûkan qemerê De rabe dilê min lawikê xelqê dîsa qemerê Ê lê min ê digo bejinziravê rengesmerê

Çavbelekê gerdenzerê Wez ê bi qurbana bejin û bala te ya zirav Devê li kenê çav û biriyê belek bim Ji xema dilê min û te re vê sibê Reşikê şarê Hemayê vê sibê de berde ser bêxwedîka vê kemberê Ê de bira rebê alemê ji heqê qebraxê bavê te derê Tu pişta xwe mede darî caxa bêxwedîka wê pencerê Aliyê mala me xewle ye Hela tu yê vê sibê were Em ê ji xwe re qasekî rûnên li heywanê Li siya kadînê li ber malê li navderê Em ê bikin kêf û laqirdiyê dunyayê dunyalikê Hetanî kotî heram jindo nemerdî mêrê te yê xerab derê Ji hewşê da bi ser min û te re were Belkî destê min li ser taximê sing û berê te bibîne Wê gavê bang bike der û cîrana heval û hogira Cemaetekî mîna ceaata hazir bînin Bibêjin gelî musulmana hûn şahid bin Ji îro bi şûn da bi sê telaqê jinberdanê Mîna qîza felankesê berdaye ji min re nabe Belkî darê çeplê bigre bêje Hadê siktir be derkeve ji mala min derê qemerê Hey lê lê hey lê lê hey lê lê qemerê Min digo qemera min destmala destan e Berdilka temamê xortan e Gelek piçû ke hê nezan e Qemera min naşît e bilmez e zarûk e Bi êşa derdê min nizane Wexta qemera min di darê beşîkê da weka geda ye

Qîza malxeraba tu yê destê xwe di navbêna destê min bikî Were ez ê te birevînim ........ bavê ser xwidanê Qemera min hey lê lê dîlbera dilê min de rabe Hey lê qemerê şirînê qemerê nazikê qemerê Çawişê qîzan û bûka qemerê De rabe sebra ber dilê min lawikê xelqê dîsa qemerê Ê lê qemerê malxerabê sibe ye Tu yê li heywanê li navderê meskine Ez pê hisiya me divê berbûriyê te hatine Xwazgînîkê te hatine di mala qebraxê bavê te de rûniştine Rebiyo qurbano wê çawa be Divê nîvê qelenê xwe dane Hawara Xwedê wele divê şîranîka qemera min xwarine Hema wez ê wê gavê dihatim nava koma xwazgînçiya Min digo ez di bextê namûsa we û Xwedê de me Hûn ê rabin herin malê Bi sonda qesemê evê kewa hanê kewa min e Îsal heft salê min qediya Ez şopa vê kewa hanê digerînim Ji dora welatê Serhedê Min kirî deşta welayeta bêxwedîka şewitî Evî xopana gundê hanê Hûn rabin herin malê Evê kewa hanê kewa min e Na na wele gava min wer digo Min bala xwe didayê kotîheram jindo nemendî mêrî xirab Çima lawê zengîna bû mal û milk û zêr û perê wî pur bû Di nava cemaetê de radibû ser xwe Hinekî kaxid û ewraqan ji cêva xwe derdixist Ê lê ji min re digo de lo lo lawiko

bira mala te xira be Heyla tu yê bala xwe bidiyê Bi emrê waliyê Sêrtê qaymeqamê qeza Qubînê Bînbaşiyê cendirme belediye reîsê welayeta Diyarbekira şewitî Nûredîn Dîrek hetanî muxtar û ezakê gundê yî xirabe Ê wele tu yê hela bala xwe bidiyê Ê de navê wê kewa hanê Temamî bi mor û îmze li ser navê min e qemerê Hey lê lê hey lê lê hey lê lê qemerê Min go qemera min destmala destan e Berdilkê temamê xortan e Gele piçûk e li destan e Qemera min naşî ye bîlmez e zarûk e Bi êşa derdê dilê min nizane Wexta qemera min darê beşîkê xwe de mîna gedan e Qîza malxeraba tu yê destê xwe di nava destê min bikî Were ez ê te birevînim Tu quma teze bavê ser xwidanê Qemera min hey lê lê dîlbera dilê min hey lê

27. XEZALA MIN Kilam ji devê keçikan hatiye girtinê. Di pey gotinên keçikê de, îca zilêm avêtiye ser lawikê. Ji aliyê mijarî ve evînî ye. Cureyê xwe kilam e. Berhem bûye malê gelî. Gelêrî ye. Kesê ku ev helbest deraniye ne diyar e. Nêzî pîvana kîteyî ye. Teşeyê wê yê nezmî, nêzî çarînê ye lêbelê, di navbera pexşan û nezmê de ye. Bi zimanê gel ê rojane yê axaftinê hatiye gotinê. Zimanê wê, zelal û xwerû ye. Bêtir qafiyeya zengîn hatiye bi karanînê.

Xezal Xezal de hayê hayê hayê wayê Wele Xezal im ji xezalê çiyayê bidar im Wez ê xezal im ji xezalê çiyakê bidar im Yadê rebenê wele wez ê werdek im

Ji werdekê avîsar im Ez ê sala par vî çaxî Delalîka ber dilê lawikê xwe bûm Kuriko gulbendê qîzan û bûkan bûm Ê lê sala îsal ez ê ketime ber tor û bextê Kotî heram jindo nemerd î mêrê xerab Mîna kundê qûçan hêdî hêdî yawaş yawaş ez dixwarim xezal Lê xezal hayê lê xezal hayê lê xezal cefayê hayê Li qûna çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibê Rûniştiye li siya mîrata vê tifikê Dikim nakim ji êvar de xezala min xeyidiye Hawara Xwedê çima xezala min li min nayê rayê Xezal xezal de hayê hayê hayê wayê hayê Wele wez ê xezal im ji xezala çiyayê Xedaliyê Wez ê xezal im ji xezala çiyakê Xedaliyê Ê lê devê min ê li çêrê Çavê min ê li bazdanê Gohê min ê li godariyê Xwezila wez ê bibama sulumekê ji sulumê dora bêxwedîka modoliyê Têketama qol û milê delalî malê Çend sala pê ra li zozana Hêdî hêdî yawaş yawaş bigeriyama li seyda kewmariyê Lê xezal hayê xezal hayê lê xezal hayê xezal cefayê Li qûna çiyayê Şengalê xezala min ê vê sibê Rûniştiye li siya mîrata vê tufekê Ji êvar de bi mila ve ez ê dikim nakim Xezala min ne radibe ne diçêre Hawar e li min çima li min nayê rayê

28. MALA MAMÊ XELIKÎ Û ŞÊXDODIYAN Helbest, berhemeke Wêjeya Gelî ya Devkî ye. “Berhemeke Wêjeya Gel” e. Bi zimanê gelî yê rojane, bûyer hatiye ristinê. Pîvan, qafiye û teşeyê nezmî yê vê helbesta gelî, bi tehereke serbestiyane ye. Bûyer hem bi teşeyê nezmê hatiye gotinê, hem jî dirûvê pexşanê didiyê. Şêwaza vegotînê bi giştî, şêwaza axivîna rojane ya devê gêl e. Cureyê wêjeyî yê berhemê, bêguman dikeve binê navê “lawij”ê. Çîroka helbestê balkêş e. Eşîra Şêxdodiyan, eşîreke navdar e. Ji herêma derdora Farqînê ye. Eşîreke esîl e. Kesên bi nav û deng ên vê eşîrê hene. Herweha eşîra Xelikan jî dîsa eşîrek e li derdora Farqînê. Mamê Xelikî, ji eşîra Şêxdodiyan zilamekî dikuje, jinek jî vê lawijê li serê digerîne. ???????????????????????????????????????????? Derê ha wey la ha weyla hayê Wî lê Şerê hayê digo Hêlî Xanê Dilê min evdala Xwedê ji dilê vê kevokê Bira li me nebariya zîpiyê baranê Tavî ji taviyê vê teyrokê Le bira xwe neda Çola Soran û Kora Biketa Gundêcano derê Şemrexê Seriya Dêrikê û Dêrûnê Le milê pira Malabadê gohê pira Bazmanê Şewlê Muqûrê li çola Silê Gewherê Ji şeveqa serê sibê da Li devê derê konê mêvana Ji xema dilê min evdala Xwedê ra avêtî çokê Kula dilê min siwaro Hê nalîna dilê min ketayê Par nexweş bû îsal birîndaro Ji porkura dayika min dixwasto Navîna ji kanîka sing û bera Belekê binê berfê ji zozana ramûsano Le bira kula Xwedê bi sê kula be Têkeve berê Mala Mamê Xelikî Tivinga destê wî xwe bera dabû Bi sê çar tilî ji carî emano Lê wez ê çi bikim vê sibê li orta meydanê

Dil û gurçikê bavê min û van siwara hanî xwaro Hahî hê hê hê hey li min siwaro Derê ha weyla de weyla ha de weyla hayê Wî de Şera hayê digo Hêlî Xanê rebenê Dilê min evdala Xwedê dilekî dîn e Mi dî vê sibê ba tê baran pê ra dilîlîne Le mi bala xwe dayê Li Kema Gundêcano Girê Şemrexê birekî siwar kesekî peya li dora hev rûniştî ne Mi bala xwe dayê Siwarekî qapûtê wî sor e di nava siwara de ketî ne Çiqas kol û milê xulam û xizmetkara şikestî ne Kesekî kêm nake vê sibê li orta meydanê Teketekê qerebîna nateqîne Kesekî kêm nake nabedilîne Jê ra digo Hêlî Xanê rebenê Tu yê vê sibê rabî bilezîne Lê darê durebînê ji min re bîne Ez binêrim ka ev siwarê hanê kî û kî ne Ê lê Şera digo hê hê Hêlî Xanê rebenê Agir bi konê bavê min û te de danîne Wele siwarê ketiye çetoyê axîn e Lê Dilşokê ---Mistik ketiye ber çardara bavê Mistê dikşîne Hêstirê çava li ber serê çardara bavê Mistê dirijîne Lê minê digo bira ne Ferha be ne Fatma be Bira ne Çeto be lê lê lê dayê ne Darda be Lê hatanî Dûvê Şêxbira Bavê Mistê digo ez ji tewlê re li ba me

Hetanî çardara bavê Mistê Li mezelê Şêx Xelîlê Pîlekan ji me re xuya be Wele hetanî kurê kura rabe Bi her sê şêxê zikê quva Zîla be Bi Şêx Xelîlê Pîleka be Bi dayika Sosina be De na na wele mala temam têkeve nava mêrikê Şêxdodî Piştî kuştina Çetano Bi sonda qesemê tu carî sulha meriv û mêrikê Şêxdodî çê nabe Kula dilê min siwaro Hey nalîna dilê min Çetano Par nexweş bû îsal birîndaro Ji porkura dayika xwe dixwest agir Ava Kanîka Simo ava belekê berfê ji zozano ramûsano Le bira kula Xwdê bi sê kula be Têkeve berê Mamê Xelikî Tivinga destê wî dagirtî çar terefî ji carde mano De wez ê vê sibê çi bikim li orta meydanê Dil û gurçikê bavê Mistê van siwara hanî xwaro De hê hê hey li min siwaro 29. ŞERÊ BOLINDÊ Û HEDHEDKÊ Çeşnê wêjeyî yê vê helbestê, lawij e. Xwedî qafiye ye. Teşeyê berhemê yê nezmî jî, nêzî pexşanê ye. Em nikarin bibêjin ku xwedî teşeyeke nezmî yî çarîn e. Dîsa kêşa xwe ne kêşa kîteyî ye lêbelê, nêzî hejmara kîteyên pîvana kîteyî ye. Mijara vê hilberîna ku ji wêjeya devkî ye, li ser jiyana civakî ya neteweya Kurd e. Hest, raman pêbawerî û êşên gelê Kurd anîne zimanê. Ji devê jinê hatiye girtinê. Jina bi navê Eyşê, li ser zaroyên xwe ku, ji aliyê mezinê Sînika Hesoyê Birahîm ve têne kuştinê, ev lawij gerandiye. Riya mezinê ku serekê eşîra Reşkotaniyê ye, Hecî Mihemedê Mistê, ji aliyê mezinê eşîra Sînikanî ve tê birînê. Dengbêj Huseynê Farê ku vê kilamê distrê, Hesoyê Birahîm weke axayê Êzîdiyan jî dide nîşandanê. Ji devê Eyşê radigihîne ku Hesoyê Birahîm tevî siwarên xwe, diavêje ser gundê wan ê Bolindê. Hecî Mihemed û du kurên Eyşoyê dikuje.

Dayê dayê dayê hê dayikê dayê Le Şerê digo Eyşê rebenê Mihemedo lo lawo Berxê bavê mino Minê digo çem çemê şêx tuneye Bira kula Xwedê bi sê kula be Têkeve berê Mala Hesokê Brahîm Axayê Êzîdiya Hema eskerekî giran hilanî Ketibû Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê Emo Giraniya vî eskerî ji êvar de Ketibû mala bavê min û te ye Hey lê dayê rebenê Seet di çar û pêncê sibê de Mi bala xwe dayê tê nalînê birîndara Şîrqînê mîratê bêşatêşa Min dî peyakî ji Bolindê derket li seriya Mala Mistê Bi sê denga hawar û gazî ye Ez ê bi dengê tivinga re derdiketim devê derî Bi ser meytê Têloyê birayê xwe re dadiketim taxa jêrî Rast hatim meytê Hecî Mihemed cotê kura Hesê Têlo bira Xwedê hebîna Tu yê loman û gazina ji xwişka xwe nekî Wele wez ê gava çav diketim Li meytê Hecî Mihemed cotê kura Berxê bavê mino lo lawo mîrata kezebê şirîn e Hema min ê wê gavê jibîr kiriba kul û kederê te ye Heyla lê dayê rebenê Min ê digo Mihemed zava ye Qasim keya ye Têloyê min mehkûm û firar û eşqiya ye Ez ê dadiketim taxa jêrî Mina pepûka qipika ser çîçika ye

Herê dayê dayê dayê dayikê dayê

Le Şerê digo Eyşê rebenê Mihemedo lo lawo Ez ê bi Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê Emo diketim Sive ye min dî berf û ba li me barî Erdekî kevir bira kula Xwedê bi sê kula Têkeve berê Mala Hesoyê Brahîm Axayê Êzîdiya Hema eskerekî giran hilanî Ketî Bolinda bavê Mihemed Hedhedka bavê Emo Giraniya vî eskerî ji êvar de Li ber derê mala bavê min û te de Le Eyşê rebenê dîsa wa ye cî bi cîk e Heyla lê dayê rebenê Seet di çar û pêncê sibê da Mi bala xwe dayê Tê nalînê birîndara şîrqînê mîratê bêşatêşa Mi dî peyakî ji Bolindê derketo Li seriya mala bi sê denga hawar û gazî kir Ez ê bi dengê tivinga derdiketim devê derî Rast hatim li meytê Têloyê birayê xwe Dadiketim rasta jêrî Rast dihatim li meytê Hecî Mihemed cotê kura Herê Têlo bira Xwedê hebîna Tu yê loman û gazina ji xwişka xwe nekî Wele wez ê gava çav diketim Li meytê Hecî Mihemed cotê kura Berxê bavê mino Derdê mîrata kezebê şirîn e Hema min ê wê gavê kul û kedera birayê xwe jibîr kir Gelî gohdara cemaeta hazir Dengbêja were gotiye ji berê û paş de Ji Hesokê Birahîm pêvetir Bira kesekî li serê civat û caxiyê camêrê mîna hazir Rûnenê pesn û meziyetê xwe nede Ê lê mebê

roja şerê Bolindê û Hedhedkê Toximê mêra li Mala Dîbo li Mala Quto nebê safî nekir Heyla lê dayê min digo Mihemed zava ye Qasim keya ye Têloyê min e mehkûm û firar û eşqiya ne Ez ê dadiketim taxa jêrî Xata porkur mîna qipika li ser çîçika ye Hey lê lê ahî

4. FERHENGA PEYVAN -Aarav:

Xweliya agirê ku dixine nava ku pê kincan dişûn

-Bbaweşîn : Di germê de, bi alavekê ba dihejînin, bo ku bêhna meriv derbikeve bazir: Bazar, danûstendin, kirîn û firotan bedr: 1.Têra xwe zanîn, xwedî keşf û keramet, 2. heyva çardeşevî berav: Zemanê berê jin û keç diçûne devê çem û newalan, kinc dişûştin. Ji vê yekê re digotin “berav, beravî” besrawî: Ji mal an jî kesê ku ji Besrayê ye re tê gotinê besîr: Kesê dibîne beşera çav: Madeyê xweş ê röçikê mirovan beytulemîn: Mala bi ewle bizdonek: Kesê tirsonek, ji tirsan zirav lê qetiyayî bizmar: Mîx, amûrê hesinî yê serî tûj, serî no boz: Rengê di nêzî rengê spî de -Ccanî: canib: cêr: cêv: ciriya: cunax:

Cehnî, ya/ yê ji hespê Alî, teref, hêl (canim) Derana avê ya ji çamûrê çêkirî Berîk Rûdan, qewimîn .........

-Ççapilî: çarhezar: çembil: çeper: çepl: çêlek: çok û çing:

Cureyê çekê, çekên destê leşkeriya Turkiyayê ..........(nola bazinan) Ciyê ku meriv tiştekî pê radigre Ciyên dûr û nerûbar ên ne pehn Girtina bi mil û mêxan Mange Qam qudûm -D-

delav:

derewîn: dozbend: dormal:

Di devê newalan de, di mesîlan de, ciyê ku av lê diherike, dikin gol, ciyo ciyo pêşiya avê digirin, av dimewice, pezê şivanan tên li serê avê vedixwin ji van teşeyên avê re dibêjin delav. Kesa an jî kesê ku derew dike -E-

ecil: elam: ema: erefe: erşê alî:

Dibe ku ecin be. Goştê hurkirî ku digel savarê hur bi xavî di hevudu de dieciqînin. Pê agahdarkirn Erebî ye. Merivê kor î ku nabîne Êvara roşanan, navê girê ku hecê êvara îdê diçinê Di baweriya ola Îslamê de li asîmana ciyê bilindtirîn -Ê-

êşîk:

Sivder, ber derî -F-

fena: find: fort:

Weke, mîna, nola Mûm Axafina bi fors, tevgerên forsiyane -G-

gazî: gede: gezo:

Hawar, medet Zarok, mindal, sebî Nê aveke zeliqokî ye ku havînê bi pelên daran, tutûnê ve digre, çêja wê jî şirîn e. Herweha navê nexweşinekê ye ku li dar û berên teaman dide. Bager an jî bahoza ku di wateya mecazî de, di rewşa ne xweş de tê bikaranînê. Eman, heyra

gêdûk: gidî:

gilî: Hem di wateya vegotinê de ye, hem jî di wateya şikayetê de tê bikaranînê. girê erefê: Li Meka Mukerem a welatê Suûdî Erebistanê, navê deverekê ye. -Hhaf: hedan: helhel: helf: hêç: hurmîn: hur:

Ji jorê ve derketine hember Sebir, li ber xwe dayîn Peyveke ku ji dengê sirûştî yê pêbûnê dertê ye. Ji kesê har bûyî re tê gotinê. Dengê lêketina ku ji ber teqîna topê derdikeve Ji kesê an jî kesa azad re tê gotinê. -J-

jindo: -KDi kilamê de, di wateya têjika xezalê de hatiye bikaranînê.

kar: kawis: kevanî û bermalî: Pîreka malê, jina an jî bûka ku li kar û barê malê dinihêre. kevnik: Destmal kezebkeçik: Ji mirovên tirsonek re tê gotinê. kihêl: Bernavê hespa mê ye. kirtik: Perçeyê piçûk ên tiştên hişkî kil: Dermanê çavan ku jin û keç pê bijangê xwe reşbelekî dikin kolos: kozik: Meteris, ciyê ku şer û pevçûnan de, peya xwe lê vedişêrin. kulçe: Navgîneke ku pê tiştên ron- tîr dikşînin kum: Teşeyekî potîn e ku sofî, feqî û mele didine serê xwe. -L-Mmalekî: marîn: mendîl: mere: modelî: murdar:

Dengê sirûştî yê berx û miyan Destmal, potê ku dest pê tê maliştinê, paqijkirinê Meçe, me-here, fermana neçûnê Cureyekî çak û sîlehan Ne pak, ne qenc lêbelê kirêt -N-

nalîn: naşît: navder:

Ji şimika darîn re tê gotinê. Ne gihîştî, ji kesê ku nehatiye temenê balixiyê re tê gotinê Navbera deriyî, valahiya ku di navbera deriyê de heye -O-

pepûk: porkur:

-PNavekî teyran e. Bi wateya rebeniyê tê zanînê. Jin an keça ku ji ber bûyereke ne çê porê xwe dibire. -QMirovê ku bejna wî/wê kin e.

qamkinik: qaşkolî: qewxe: Pevçûn, şer qipik: Mirîşka/ tûtika ser hêkan ku êdî dê çîçik derîne. qorat: Qorên pêsîran, ji her du pêsîran re tê gotinê. -Rrist:

Ben, qinap, têl û tiştên nerm ku li hev û du têne pêçanê, têne badanê jê re tê gotinê rêsanê. Biharkî, giyayê ku diçinin, bi hêşînî li hev û du ba didin, dikine rîsî. -Ssahir: serqot: sîren:

Ji dema berbanga serê sibehê, ji şeveqê re tê gotinê. Mirovê ku tiştekî nedabe ser serê xwe, jê re dibêjin. Duduka tirênê ku gava dema birêketinê deng dide

-Şşane û şût: şemdan: şêbisk: şîrqîn:

Nîşan û elametên balkêş, ên xweserî hinekan. Ji ciyê şimayê datînine serê re tê gotinê. Dibe cureyekî findê be. Ji guliyên ku keç bi ser hinarîkên rûyê xwe ve, bi ser guhê xwe ve weke poçaxan berdidine xwarê re tê gotinê Ji dengê pêbûna tiştan ku bi tundî li tiştekî hişk dikeve tê gotinê. -T-

talîm: tehtik: temezî: tengere: teng û ber: teres : terkiya: tewl: tor:

Perwerdehiya ku li dibistan û leşkeriyê tê kirinê. Bernavê tehtên piçûk, navê hîmên mezin. Cureyekî şelpeyên ku keç û jin davêjin ser serê xwe. Tehereke siwariyê ye. Gava heywanên siwariyê ji riyan re amade dikin, palan an jî kurtanên wan li wan dikin, dibêjin ku teng û berên wan girê dan. Ji kesê ne selihî re, ne qenc re tê gotinê. Gava siwar li hespê siwar dibe, ji ciyê pişt wî re tê gotinê. Ciyê ku hespekî, kerekî, an sewalekî din ê malê bibin, lê girêbidin da ku biçêre, bi navê tewlê tê navdanê. Bext. -V-

virek:

Mirovê ku viran/ derewan dike -W-X-

xar: xelxele: xendeq: xewle: xunav: yaban: yoxilme:

Ji kevirên seqî yên ku sengele pê ji xwe re dileyixzin tê gotinê. Ciyê ku lê deng û kes tu nîn e. Li dora dema ku weke cuheke kûr û dirêj bikolin û vala bihêlin jê re dibêjin. Bêdeng û nepenî. Veşarî Teşeyê barîna baranê ku hurik hurik dibare. -YBiyanî, ciyê ku şînasî ye, ne naskirî ye Lêgerîn

-Zzerî:

ji keçên bedew re tê gotinê.

FERHENGA BIWÊJAN

-Aagirê kulê pê ketin: -Bbala xwe dayîn: bal û dêhna xwe berdayîn: bavê bavê mino: bejinzirava ber dil: berê xwe dana wirê: bextê xwe xera kirin: bêhn li poza xistin: bê lome bûyîn: binê xetê:

bi diyarê wirê ketin: bi ocaxê wî/wî ketin: bi ser de derbasbûn: bi ser de kişiyayîn: -Ccarê cara: -Ççav pê ketin: çendik û çend sal:

-Dderdê wî kişandin: derba xwe hilanîn: dest bi dest bi hev de danîn: dest ji hev û du qetandin: destê min li dawa te be: di bextê namûsê ketin: di dilê wî de hebûna kulê: di yekî/yekê de hebûna dil: dil ketina wî/ wê: dilê dîn: -Eerd hilanîn:

-Ê-Ffelekê mala te xera be:

-Ggiran e şer:

gurê meha sibatê: -Hhatina wî ya bi xar: hêçê zilama: -Î-

-Jjê geran: ji heqê wî/wê derketin: ji mintirê: ji xema dilê wê/wî re: -Kketina tor û bextan: kezebkeçikiya wî: kir nekirîn: koranî bi çavan de hatin: kuliya zimanê wî/wê xwarin:

-Lli bayê bezê çûyîn: li min por kurê: -Mmalik mîrat kirin: -Nnav li xwe dayîn: -O-

-Ppêjna delalîk lê danîn: pêşîka wan berdan: -Qqam û qudûm û çok û cinya şidandin: qasidê mîrata qolfelekê: qela mêra lê anîtin: qelp derketin:

-Rrû reşbûna yekî: -Sserê xetê:

-Şşane û şût : şewitîna dilî: şop lê gerandin:

-Ttemam hatina serê: tune bûna halê wî/ wê: -V-

-W-

-Xxwedê hebîna: xwe avêtina wirê: xwe girê dan: xwe ji destan deranîn: xwe ji dîn û îmanê kirin: xwe kem kirin: xwe kur kirin: xwe lê danîn: -Y-

-Z-

View more...

Comments

Copyright ©2017 KUPDF Inc.
SUPPORT KUPDF